'Deng derxînin, bibin dengê zindanan!'

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê ku 93 roj in di greva birçîbûnê de ne bang kirin ku bibin dengê zindanan.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê Îbrahîm Kaya, Ridvan Guven, Ûmût Çamlibel, Guven Suvarîogûllarî û Necla Atak ku ji 16’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne daxuyaniyekî hevpar dan.

Girtiyan bi rêya malbatan têkildarî rewşên xwe agahî dan û wiha gotin; “Her çiqasê me kîloyek pir zêde dabe, pirsgirêkên me yên mîdê û bêhaliyê hebin, serê me biêşe û em tiştan jibîr bikin jî, ya girîng daxwaza me ye. Em girîngiyê nadin pirsgirêkên tenduristiyê. Tişta ji bo me girîng û sereke, tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya me Birêz Ocalane. Em bi vê armancê ketin greva birçîbûnê û heta em bigihin vê armanca xwe emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Girtiyan bang li raya giştî kirin û wiha gotin; “Divê gelê me asta çalakiya rayagiştî ya demokratîk li ber çavan bigire û ji bo zindanan bi awayekê lezgîn dengê xwe bilind bike. Roja ne roja sekinînê ye. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin, em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”