Demîralp: Rayedarên Eutelsatê wê bên darizandin!

Rojnamevan Maxîme Demîralp got, "Ji ber kiryarên xwe yên li dijî medya Kurd, dibe ku Eutelsat bê darizandin."

Gefên girtiyê yên şîrketa peykê ya Fransayê Eutelsat ên li dijî qenalên televîzyonê Stêrk TV, News Channel û Ronahî TV dewam dikin. Nerazîbûnên ji medya Kurd ên li dijî van gefan jî didomin. Rojnamevan Maxîme Demîralp, bûyerên diqewimin weke rewşeke sosret bi nav kir û got, "Eutelsat ji ber hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re sûc dike û rêveberên vê şîrketê dibe ku werin darizandin."

'EV BIRYAR DARBEYEK LI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE'

Rojnamevan Maxîme Demîralp anî ziman, biryara Eutelsatê li dijî azadiya çapemenî û îfadeyê ye û got, "Ev biryar darbeyek li azadiya çapemeniyê ye. Ji vê yekê jî wêdetir, bi welatekî ku li cîhanê teşhîr bûye, ji aliyê azadiya îfadeyê ve yek ji welatên paşmayî yên cîhanê ye û ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve weke demokrasiya paşvekişandî hatiye binavkirin, hevkarî tê kirin. Ev yek xwe dispêre tifaqa bazirganî. Tifaqeke qirêj e. Di rewşeke asayî de li nava demokrasiyê, hevkariya bi rejîmeke zordar û dîktatorî, sedemek ji bo darizandinê ye. Di rewşa heyî de Eutelsat bi biryara xwe ya li dijî medya Kurd re ne tenê binpêkirinekê dike. Di heman demê de sûc dike. Hem ji ber ku vê binpêkirinê dike sûc dike, hem jî ji ber ku hevkariyê bi rejîmê re dike, sûc dike. Beriya niha bi demeke kurt, şîrkete çîmento ya Fransayê ya li Sûriyeyê, ji ber ku hevkarî bi DAIŞ'ê re kir, bû mijara darizandinê. Hevkariya Eutelsatê ya bi Tirkiyeyê re jî divê di heman çarçoveyê de bê nirxandin. Ev yek sûcekî gelekî giran e. Eger ji Eutelsatê heye, ku bi desteka ji Fransayê yan jî bi desteka hin rêveberan re wê xwe ji vê rewşê rizgar bike, ev şaş e. Wê rewş ne bi vî rengî be. Hevsengî we biguhere. Ev rêveber, ji ber sûcê kirine, dibe ku rojekê derkevin pêşberî dadgeriyê. Ji ber kiryarên xwe yên li dijî medya Kurd, dibe ku Eutelsat were darizandin."

'EUTELSAT HATE MEHKÛMKIRIN'

Demîralp bibîr xist, Tirkiye ji aliyê azadiya îfade û çapemeniyê ve her sal bi paş ve diçe û got, "Tevî vê yekê eger ji cîhana rojava dengek li dijî vê dernakeve, wê demê ji aliyê demokrasiyê ve qels dibe. Ji ber ku mesele ne tenê bi Kurdan ve eleqedar e. Pirsgirêka giştî ya demokrasiyê ye. Demokrasî, di şexsê cîhana rojava de li gelemperiya cîhanê qels dibe. Di şexsê şîrketa Eutelsatê de em dikarin vê yekê bi rengekî vekirî bibînin."

Demîralp işaret bi têkiliyên cidî yên Eutelsatê bi Tirkiyeyê re kir û wiha dewam kir: "Hevkariyên cidî yên vê şîrketê bi Tirkiyeyê re hene. Bingeha ragihandina leşkerî û polîsî ji aliyê vê şîrketê ve tê kirin. Medya Kurd jî ji bo van hemûyan dikin qurban. Aliyê aborî yê mijarê ev e. Aliyê siyasî jî ew e, ku dewlet li hemberî vê tifaqa qirêj bêdeng in. Ev bêdengî jî aliyê siyasî yê mijarê radixe pêş çavan."

Maxîme Demîralp bibîr xist, Eutelsat par di dozên Med Nûçe û Newroz TV de hate mehkûmkirin û bi berdewamî got, "Ev doz li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê pêk hat. Dadgehê Eutelsat neheq dît û mehkûmî tazmînatê kir. Tevî vê yekê jî kiryarên xwe dewam kir. Ev xwe dispêre çi? Hêza xwe ji ku digire? Hikumetê bi xwe ev yek rexne kiribû. Di demekê de ku li Tirkiyeyê zextên giran li çapemeniyê dihate kirin. Û Ewropa li pêşberî vê bêdeng e. Ewropa di gelek mijaran de rexneyan li Tirkiyeyê dike, lê di mijara medya Kurd de bêdeng e. Ev yek jî hevkariya Ewropa û Tirkiyeyê ya li ser gelek mijaran nîşan dide. Azadiya çapemeniyê veguheriye têkiliyên bazirganiyê. Pereyê kê zêde be, yê din dike qurban." Demîralp dewleta Fransayê jî rexne ki, ku hevkarê Eutelsatê ye û li pêşberî kiryarên AKP'ê bêdeng e.

'TIRKIYE ÊRÎŞÎ ROJAVA Û MEDYA WÊ DIKE'

Demîralp di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku Ronahî TV dengê hêzên li Rojava li dijî DAIŞ'ê têdikoşin e û got, "Ev biryara Eutelsatê ji aliyê hêzên li dijî DAIŞ'ê têdikoşin ve jî nakokî ye. Bi taybetî ji bo Fransayê. Ji ber ku Fransa li Sûriyeyê hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve çalak e. Yek ji welatên ku di êrîşên DAIŞ'ê de herî zêde berdêlan dide, Fransa ye. Ji ber vê yekê, diviyabû herî zêde Fransa Kurd fêhm bikira. Tirkiye di nava her şert û mercî de êrîşî Rojava dike. Daxwaza girtina Ronahî TV jî mînaka vê ye."

Rojnamevan Maxîme Demîralp diyar kir, li dijî vê biryarê divê ji her alî ve têkoşîn bê dayîn û got, "Eger ev biryar bi mekanîzmayên saziyên navneteweyî re ji holê nikare bê rakirin, wê demê divê zexteke civakî bê nîşandan."