Dayikên Girtiyan: Divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

Xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê li Îzmîrê domandin, diyar kirin ku divê demildest bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê ya ji bo balê bikêşin bi ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan, îro li ber Girtîgeha Kiriklarê pêk hat. Çalakiya malbatan 144 roj in didome. Malbatên girtiyan pêşbendên li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsî li xwe kirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî”, “Ji şer re na, hema niha aştî" û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê ji bo piştevaniyê tev li çalakiyê bû.

Dayika Medet Sever ê li Girtîgeha  Bandirmayê girtî ye Hanim Sever di çalakiya îro de axivî û got: "Êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bê bidawîkirin. Em tenê aştiyê dixwazin. Lê belê li Tirkiyeyê edalet û demokrasî nîne. Niha her kes çav û guhê xwe girtiye. Êdî sebra me ya dayikan nemaye. Divê êdî tecrîd bê bidawîkirin û girtiyên ku cezayên wan qediyane divê bê berdan. Divê demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.”

Daxuyaniya malbatên girtiyan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.