Dayikên Şemiyê li aqûbeta bav û kurikê ku Hîzbûllayê ew revandibûn, pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk û Edîp Çelîk ên ku li Êlihê ji aliyê Hîzbûllahê hatibûn revandin, pirsîn.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin di hefteya 939’emîn de bi rêya online çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Çelîk (50) û lawê wî Edîp Çelîk (19) pirsîn. Bav û kur li mezraya Zorava ya Êlihê di 10’ê Tîrmeha 1994’an de ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hatin revandin û carek din agahî ji wan nehat stendin.

Endama Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Masîde Ocak daxuyanî da. 

Ocak bertek nîşanî gotinên Erdogan ku ji bo HUDA-PAR’ê ya wek Hîzbaullahê tê zanîn re gotibû “xwecihî û netewî ne” da û da zanîn ku Erdogan dixwaze civakê ji heqîqetê dûr bike. Ocak behsa pêvajoya windakirina Îbrahîm Çelîk û lawê wî Edîp Çelîk kir û got: “Di salên 90’î de Hîzbullaha ku li ser bingeha stratejiya şerê taybet dixebitî, bajarê Êlihê jî wek baregeh bi kar dianî. Têkiliya Hîzbullahê bi dewletê re hebû. Têkildarî vê yekê jî dane di Rapora Komîsyona Lêkolînên Cînayetên Faîl Nediyar a Meclisê de jî hatiye tomarkirin.”

Ocak anî ziman ku şeva 10’ê Tîrmehê 4 kesên birûpoş û çekdar çûne li deriyê Îbrahîm Çelîk xistine û bi bahaneya ku cih nîşanî wan bide ew destgîr kirine û dema Edîp Çelîk jî ji bo bavê xwe bi tenê nehêle li pey wan ketiye û ew jî revandine.

Ocak destnîşan kir ku malbatê ji bo ku bav û lawê xwe venegeriyane malê serî li leşkeran û emniyete dane û wiha got: “Têkildarî bûyerê navê endamên Hîzbullahê hatine dayîn. Li dozgeriyê gilî hatiye kirin. Lê belê hemû hewldan û serlêdanên malbatê bêencam mane. Carek din ji Îbarahîm Çelîk û Edîp Çelîk xeber nehat stendin. Merese Çelîk ji bo hevjîn û lawê wê bên dîtin gelek serlêdanan kiriye û xwestiye lêkolîn û lêpirsînek bi bandor bê kirin, lê tiştek nehatiye kirin. 29 sal in Îbrahîm û Edîp Çelîk winda ne û aqûbeta wan di tariyê de hatiye hiştin. Kujer jî bêceza hatine hiştin.”