Darizandina tewanbarên doza qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam dike.
Tewanbarên girtî Midûrê berê Şûbeya C a Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê Alî Fûat Yilmazer, Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê Ramazan Akyurek û tetîkkêş Ogun Samast, tewanbarên negirtî Midûrê berê yê Emniyeta Trabzonê Reşat Altay, Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Emniyeta Trabzonê Farûk Sari, Midûrê berê yê Şaxa Îstîxbaratê ya Stenbolê Ahmet Îlhan Guler tevlî bûn.
Rûniştin ji hêla hevalên Hrant Dînk û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan hat şopandin.
Di rûniştina îro de Midûrê Emniyetê yê berê yê Stenbolê Celalettîn Cerrah parastina xwe kir.
Cerah got, ‘’Çalakî di nav sînorên Trabzonê de hatiye kirin. Di nivîsê de ku hatibû Stenbolê ti agahî ji bo min nehatibû dayin. Rayeyeke min ku ez a tevdîra parastinê bistînim nebû’’ Cerrah sûcdariya ku peywira xwe di ser guh re avêtiye qebûl nekir û got, ‘’Ku îhmalek hebe ev ne li ser min, lê li ser desteya parastina bajêr û navendê ye.’’
Cerrah diyar kir têkildarî ku bang li wî kiriye ku were Walitiya Stenbolê ti agahiya wî nîn e û got, ‘’Heke tenê ji bo ku ez Midûrê Emniyetê bûm tême tawanbarkirin, Wezareta Karên Hundir, Walî û her kes dikare were sûcdarkirin, her kes dikare were darizandin.’
Cerrah got, ‘’Piştî bûyerê Ramazan Akyurek ku li odeya min civîn kir, agahiyên şaş dan’’ û bi vî awayî Akyurek sûcdar kir.
Rûniştin dewam dike.