Çavûşoglû li Swîsreyê bi dirûşmên “Dewleta Tirk a kujer” hate pêşwazî kirin

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Çavûşoglû yê ku ji bo ziyaretê çûbû Bernê, bi dirûşmên Kurdistanî û Swîsreyiyan ên “Terorîst Tirkiye” û Dewleta Tirk a kujer” hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû yê bi armanca ziyareta fermi hatibû bajarê Bern ê Swîsreyê, bi protestoyên Kurdistanî û Swîsreyiyan hate pêşwazî kirin.

Çavûşoglû yê ku di demekî ku siyasetmedarên Swîsreyî Tirkiyeyê rexne dike de, di çarçoveya ziyaretê fermeî bi Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhaler re civiya.

DIVÊ ÇAVÛŞOGLÛ BÊ HIŞYARKIRIN

Ziyareta Çavûşoglû piştî ku duh ji aliyê çapemeniyê ve hate eşkere kirin û şûn de bû sema ku gelek alî rexne bike. Piştre perlementerên Partiya Sosyalîs û gelek beşên din diyar kirin ku di demekî ku ewqasî dewleta Tirk tê rexnekirin ziyaretekî bi vî awayî şaş û çewt e, daxwaz kiribûn ku divê Bûrkhalter bêhiqûqiya ku li Tirkiyeyê tê kirin Çavûşoglû hişyar bike.

ÇIMA BI KUJERAN RE DICIVÎ?

Dema ku Çavûşoglû li Parlementoya Federal a Bernê diciviya, Kurdistanî, dost û komekî Sosyalîstên çep ên Swîsreyî li pêşiya Gara Navend a Bernê kom bûn, heta pêşiya perlementoyê meşek li dar xistin.

Di tevahiya meşê de pankartên “Kujer Erdogan” ,” Terorîst Tirkiye” ,” Kujer Çavûşoglû” vekirin. Kurdistaniyên ku di destê wan de dowîz û dirûşmên li dijî Erdogan û dewleta Tirk berz dikirin.

Piştî meşê li pêşiya avahiya parlementoyê ya ku ewlekariyekî zêde hatibû girtin li ser navê girseyê daxuyaniyek hate dayîn, bal kişandin ser qirkirinê dewleta Tirk a li Kurdistanê û zext û çewisandinê li ser demê dawî de li ser çapemeniya azad.

Li ser navê koma Anarşîstên Swîsreyî jî daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku divê bi lezgîn hikûmeta Swîsreyê hemû têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qût bike û wiha hate gotin: “Çima Siwîsre, wezîrê Karê derve yê welatekî ku bi kujerê Kudan û berpirsê qetilkirina bi hezaran mirovan re dicive.” Bertekên hişk nîşanî Wezîrê Karê Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter da.

Piştî daxuyaniyên hatin kirin û şûn de çalakgeran bi yek dengî bi dirûşma “Kujer Erdogan” dawî li çalakiya xwe anîn.

...