'Bila bersuc li gorî hiqûqa şerîatê bên darizandin'
Doza Komkujiya Enqereyê ku endamên DAIŞ'ê tên darizandin piştî nîvro jî berdewam kir. Parêzerê endamên DAÎŞ’ê Huseyin Tunç, Orhan Şahîn xwest li gorî hiqûqa şerîatê bên darizandin.
Doza Komkujiya Enqereyê ku endamên DAIŞ'ê tên darizandin piştî nîvro jî berdewam kir. Parêzerê endamên DAÎŞ’ê Huseyin Tunç, Orhan Şahîn xwest li gorî hiqûqa şerîatê bên darizandin.
Doza komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê ku 17 jê girtî 36 endamên DAÎŞ'ê tên darizandin di roja 5’emîn de berdewam dike. Di runiştina dozê de li gel parêzerên bersûcan malbat û parêzerên malbatên ku zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî amade bûn. Rûniştin bi îfadeya Huseyin Tunç berdewam dike. Berî ku endamê DAÎŞ’ê Tunç dest bi parastinê bike. Prz. Orhan Şahin xwest bersûcên din jî di rûniştinê de amade bibe. Parêzerên muştekiyan jî ev yek îtîraz kirin. Prz. Orhan Şahin, diyar kir ku rojnameya Evrenselê ji herêmek cuda wêneyên wan dikişîne û xwest polîs tedbîran bigire. Li salonê ji ber niqaşa di navbera bersûc û parêzeran de rageşî derket. Li ser vê yekê heyeta dadgehê diyar kir ku ger wêne, dîmen û qeyda deng tespît bike wê dozê veke.
Parêzera mexdûr Nuray Ozdogan jî anî ziman ku ji destpêka rûniştinê heta niha dengê xwe nakin, lê endamên DAÎŞ’ê wan sor dikin û rageşiyê derdixin. Ozdogan, der bir ku Orhan Şahin her dem provakasyonê dike.
Piştre qatil Huseyin Tunç parastina nivîskî kir. Li ser vê yekê parêzerê mexdûran îtîraz kir. Parêzeran xwest Tunç parastina xwe bixwîne û ew jî zanibin ku parastina çi kiriye.
Li gel ku qatil Huseyin Tunç got 3 hefte berê parastina xwe bi nivîskî şandiye jî dîsa îfadeya Tunç hat xwendin. Dozger, parastina nivîskî xwend û got: "Bi Yakup şahin re di nava têkiliyê de ye. Bi nakliyecî Huseyin Tunç re li Birecikê 1.5 ton gubre anîne Nizipê li ser vê yekê Îbrahim Halil Durgun Tunç referans nîşan daye. Di belgeyên dijital ên îdîanameyê de hat gotin ku "Huseyîn gubre girt û erebe ya rêxistinê ye."
Qatîl Tunç bersîva parêzeran da û got: "Ez li taxa xwe Durgun nas dikim. Ez Yakup Şahin jî ji çend taxên dûr nas dikim.” Tunç, anî ziman ku dema ji wî xwest gubre bar bike dizanîbû ku gubre amonyum nitrat e. Tunç di îfadeya dozgeriyê de got ew çûye Komeleya Genç Vahitlerê, lê ev yek li salona dadgehê red kir. Tunç îfadeya "Min Yunus Durmaz li komeleya Genç Ensar û Genç Müvahhidlerê dît" jî qebûl kir.
Tunç, parast ku bersûcên li salonê nas nake. Tunç parast ku maşîna wî ne aydî rêxistinê ye. Tunç, îfadeya di belgeyên dijital de a "580 dolar pere hat razandin" jî red kir.
Tunç, red kir ku navê Ebu Huseyin ne kodê wî ye. Heyeta dadgehê jî diyar kir ku di îfadeya dozgeriyê de anîye zima nku çûye Sûruiyê û beşdarî rêxistina Ahrur Şamê bûye. Tunç, ev yek red kir.
Parêzerê qatîl Tunç Orhan Şahin jî parast ku Tunç tenê gube ji Birecikê biriye Nîsîpê ji bilî wê tiştek nekiriye. Şahîn xwest muwekilê wî serbest bê berdan.
Şahîn xwest mudaxîliya Komeleya 10'ê Cotmehê, EMEP û CHP'ê bê redkirin.
BILA LI GORÎ ŞERÎATÊ BÊ DARIZANDIN
Bersûc Tunç anî ziman ku ew naxwaze pirsên parêzeran bibersivîne û ne axivî. Parêzerê Orhan Şahin, bertek nîşanî malbatan da û xwest li gorî qûralê şerîatê bên darizandin.
‘DAIŞ JI BO TIRKIYE NE RÊXISTINA TERORÊ YE'
Parêzerê bersûc Orhan Şahin anî ziman ku dema muwekilê wî çû Sûriyê DAÎŞ bi awayekî fermî ji aliyê Tirkiye ve wekî rêxistina terorê nehatibû qebûlkirin. Piştî malbatan bertek nişanî parêzerê kujer da, di navbera parêzaran û malbatan de dîsa rageşî derket.