Bi hezaran mirovan berê xwe dan Bakirkoyê

Mîtînga HDP’ê ya li Bazara Gel a Bakirkoyê bi beşdarbûna bi hezaran kesî dest pê kir.

Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê bi coşeke mezin dest pê kir. Polîsan li gelek nuqteyan bend danîn û tevî hemû astengiyên polîsan bi hezaran mirovan berê xwe dan qada mîtîngê. Li aliyê din polîsan destûr nedan ku gel kefiyên kesk, sor û zer bibin qada mîtîngê.

Li qada mîtîngê alayên HDP’ê hatin daliqandin û bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ , ‘Serok Demîrtaş’ , ‘Em ê bi ser bikevin’ û ‘Ji Selo re azadî’ berz kirin.