Bereya ku şandin ji Gergerlîoglu re nedane wî

Bereya ku şandin ji Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû re, bi hinceta “weke maskeya berfê tê bikaranîn” nedanê.

Bereya ku ji aliyê malbata Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ve jê re hatî şandin, ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi hinceta ku “weke maskeya berfê tê bikaranîn” nedan wî.

Kurê wî Salîh Gergerlîoglû yê ku ji rojnameya Evrensel re axivî û diyar kir ku wan ji bo bavê xwe bere şandine lê belê ji aliyê gardiyanan ve bi gotina ‘dikare bibe maskeya berfê’, destûr neda ku bere bikeve girtîgehê.

Salih Gergerlîoglû wiha got; “Gotibû hindir sare, dicemide, cil û hwd. jî me biribû lê belê destûr nedan bereyê.”