Rojnamevan Celal Başlangiç êrîşên li çapemeniya azad û Cûmhûriyetê ji ANF’ê re nirxand….
Başlangiç, zexta hikûmeta AKP’ê ya li ser çapemeniya bi hevoka “Ez rojnamevanekî 41 salan im, lê min ev zexta li ser çapemeniyê dema darbeya 12’ê Îlonê jî nedît” vegot. Başlangiç diyar kir ku êrîşa li ser rojnameya Cûmhûriyetê şikestinek e, ragihand ku êrîşên ku ji ser Kurdan û dezgehên çapemeniyê heta rojnameya Cûmhûriyetê çûn tê wateya êdî wê berê xwe bidin CHP û beşên din ên muxalîf.
Başlangiç wiha axivî; “Heta niha di hedefa êrîşan de her tim dezgehên Kurdan û cemaatê hebûn. Lê niha êrîşan xwe gihand çapemeniya Cûmhûriyetê, ev jî tê wê wateyê ku wê ji bilî Kurd û cemaatê berê xwe bidin hinên din jî.” Başlangiç bi bîr xist ku ji bo bêdengiya li beramberî girtina Rojnameya Ozgur Gundemê, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, ÎMC, Gun TV, Azadî TV mijar gihiştiye vê nuqteyê û wiha pê de çû; “Yên duh berê xwe dan Ozgur Gundemê, îro jî berê xwe didin rojnameya Cûmhûriyetê. Yên li beramberî girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dengê xwe dernexistin, bila baş bizanin sibehê wê werin ber deriyê wan jî.”
‘EGER GEL XWEDÎ LI MAFÊ XWE YÊ AGAHÎWERGIRTINÊ XWEDÎ DERNEKEVE…’
Başlangiç bi lêv kir ku ji bo sûcên pêkhatî an jî wê pêk werin dernekevin holê êrîş li dijî çapemeniyê çêdibin, got, tevahî hemleyên ku mafê agahîwergirtinê yê gel tine dikin tên kirin. Başlangiç got hin rojnamevanên ku xwe radest nekirine li ber xwe didin, lê ev têrê nake, esas divê gel xwedî li mafê xwe yê azadiya çapemeniyê derkeve.
Rojnamevan Celal Başlangiç herî dawî wiha got; “Eger gel nîşan nede ku wê dest ji mafê xwe yê agahîwergirtinê bernede, wê demê wê tiştên bê seran jî ji destpêkê ve qebûl bike.”