AKP li beramberî dengan bertîlan belav dikin

Piştî destpêkirina dengdayinê AKP’yiyên ku serî li gelek rêbazên hîleyan didin vê carê li Frankfûrtê li ser navê xelatê, bertîlan belav dikin.

Li Ewropa piştî destpêkirina dengdanê hîleyên AKP’ê xilas nebûn. AKP’yiyên ku berê mohra sexte li beramberî 100 Eûroyan çap dikirin û dengê hilbijêran dikirîn vê carê li ser navê xelatê bertîlan belav dikin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk midîbusên reş ên ku di nava wan de AKP’yî hene, qotiyên biçûk, tepsî û tabakan didin hilbijêrên ku dengê xwe bi kar anîne. AKP ya ku li Frankfûrt û derdora wê eleqeya ku dixwestin nedîtin bi navê pere û xelatê, bertîlan belav dikin. Bi taybet tevî hemû nerazîbûnên berpirsên konsolosxaneyê AKP’yî belavkirina bertîlan didomînin.