AKP bi hinceta darbeyê tevahî mûxalîfan dike hedef

Hevserokê Şaxa Tarim Orkam a Rihayê Serdar Bînîcî got kesên ku wek ‘lûtfeke Xwedê’ li 15’ê Tîrmehê meyze dikin li gel darbekaran tevahî beşên mûxalîf dikin hedef.

Hevserokê Şaxa Tarim Orkam a Rihayê Serdar Bînîcî têkîldarî îxrackirinên ku bi fermana AKP/Qesrê pêk tên ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku ew wek şopdarên kevneşopiya şoreşger, demokrat di bin sêwana KESK’ê de têdikoşin û şertên xebata maqûl, garantiya kar û parvekirina adil diparêzin. Bînîcî diyar kir ku li dijî hewldana darbeyî bêyî ti sedeman bidin pêş rabûne û her kî dibe bila bibe, ji kû tê bila bê wê ti carî sepanînên antîdemokratîk qebûl nekin.

‘MÎNA LÛTFA XWEDÊ LI 15’Ê TÎRMEHÊ NÊRÎN’

Hevserokê Şaxa Tarim Orkam a Rihayê Serdar Bînîcî got hal ev e, kesên ku wek ‘lûtfeke Xwedê’ li 15’ê Tîrmehê meyze dikin li gel darbekaran tevahî beşên mûxalîf dikin hedef û bi sepanînên keyfî tevî endamên sendîkayê jî bi hezaran kes hatin îxraçkirin û got; “Li vir armanca esas ne cezakirina darbekaran e. Baş hatiye dîtin ku dixwazin kesên ku ne ji wan in tasfiye bikin.  Wek Hevserokê Şaxa Tarim Orkam a Rihayê tevî min 8 kesên girêdayî şaxa me bêyî hincet ji kar hatin dûrxistin.”

‘KESK HEDEF E’

Bînîcî got, “Desthilatdariya siyasî sîxuriyê şîrîn dide nîşandan û teşwîq dike. Bi îxbar û îftîrayên bênav û bêbingeh jî esas dixwaze ji ber em mûxalîf in me ceza bike” û wiha pê de çû; “Bi vî şiklî hewl tê dayîn ku endamên KESK’ê yên ku bi rûmet in û bîat nakin li kargehan, taxên xwe û heta nav malbatên xwe bêrûmet bêne hiştin. Her çiqasî bi awayekî fermî girtin nîn be jî, tê hedefkirin ku bi awayekî praktîkî biçûk bibe, bihele û heta xwe bi xwe tasfiye bike. Bi van îxracan ve li ser endamên me tirs hatiye çêkirin; mirov bi fikaran neçarî îstîfayê hatine hiştin. Esas jî hedefa desthilatdariyê pêk hatiye. Dixwaze KESK’ê bêbandor bike.”

XAPANDINA ‘HÛN BAQIL BIN HÛN Ê VEGERIN’

Bînîcî bal kişand ku mijara duyemîn herî girîng jî ew bandor e ku dixwazin li ser kesên îxraçkirî ava bikin û wiha pê de çû; “Bi awayekî zanebûn nûçe tên belavkirin ku piştî lêkolînên der heqê kesên îxraçkirî bi dawî bibin wê di demek kurt de vegerin ser kar. Em hêviyên mirovan taze digre û peyama ‘hûn baqil bin hûn ê vegerin’ dide. Bi vê ve jî armanc dikin ku ew kesên bi psîkolojiya wan dilizîn ji her cure çalakî û aktîvîteyan dûr bihêlin.”

‘KESK DIZANA XETA TÊKOŞÎNÊ AVA BIKE’

Bînîcî herî dawî destnîşan kir ku KESK her tim wê bizanibe xeta têkoşînê ava bike û got; “Di vê demê de jî wê vê rola xwe bilîze. Tiştê dikeve ser milên me ew e ku divê em ruhê piştevaniyê xurt bikin, xwedî li rêxistina xwe derkevin. Ew dizanin ku bê wê hêza rêxistinî çi berxwedanê ava bike. Tenê em vê ji bîr nekin.”