Înîsiyatîfa Zarokên Agir gelek wesayît û dikanên faşîstan şewitand

Înîsiyatîfa Zarokên Agir li gelek bajaran wesayît û dikanên faşîstên AKP û MHP’yiyan şewitand.

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku ew ê AKP û MHP’ê bikin hedef û bang li ciwanên Kurd ê bi darê zorê leşkertiyê dikin jî banga berpirsyariyê kirin. Înîsiyatîfê xwest ku bila ciwanên Kurd di nav artêşa Tirk de ‘çalakiyên tolhildanê’ bikin.

Înîsiyatîfê got “Jin, ciwan, kal û pîrên ji ber şewitandina gundan neçar mane li metrepolan bijîn, yên bêdeng bimîne wê bimire. Nemirin, hûn jî çirûskekê pêxin” û diyar kir ku wan li gelek bajaran dikanên faşîstan şewitandine. 

Înîsiyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan di 24-26’ê Nîsanê de li Stenbol, Afyonkarahîsar, Bûrsa, Osmaniye, Antalya, Îzmîr, Amasya û Mêrsinê gelek fabrîke, dikan, wesayît û konteynirên faşîstên AKP û MHP’ê şewitandine.