17 saziyên din xwestin ku Rêberê Gelê Kurd azad bibe

Li Elmanyayê, rêxistinên ciwanan ên partiya Keskan jî di nav de 17 rêxistin û saziyên din tevlî kampanya "Dem hatiye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" bûn.

Kampanya "Dem hatiye: Ji bo aştiya wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re" di 11'ê Çileya 2021'ê de ji aliyê Koma Xebatê ya kurd a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîkaya Başûr (COSATU) ve hatibû destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de, ku tê xwestin Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê, ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re name hatin nivîsandin. Di nameyan de hate ragihandin ku li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê divê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CAT) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi rengekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê.

LI ELMANYAYÊ PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYÊ ZÊDE DIBE

Li Elmanyayê jî hejmara saziyên ku piştgiriyê didin kampanyayê zêde dibe. Herî dawî van rêxistinan daxuyanî dan û tevlî kampanyayê bûn:

"Alîkariya Sor (Rote Hilfe) ku li 40 bajarên Elmanyayê şaxên xwe hene, zêdeyî 10 hezar endamên xwe hene û piştgiriyê dide girtiyan, rêxistinên ciwanan Grüne Jugend ên eyaletên Hamburg û NRW yên Partiya Keskan, Seebrücke Berlin, Womend Defend Rojava (Kampanya Jin Rojava Diparêzin),  Tevgera Femînîst a bi navê 'Têkoşîna Hevpar' (Gemeinsam kämpfen) , Kampanya Mexdûrên Tundiya Polîsan a Nijadperest (KOP), Kampagne Rheinmetall Entwaffnen, Rojava-Solibündnis Leipzig, Attac Hamburg, Antifa Lüneburg Ulzen, Make Rojava Green Again, Piştevaniya Sendîkayê ya Komunîst KOMintern, Antifaschistische Aktion Lüneburg/Uelzen, Migrantifa Berlin, Attac Dortmund, Feminist Parti Die Frauen."

Meclîsa Gel a Tamîl Eelam û Ya Basta Netzwerk ên li Elmanyayê jî çend roj berê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibûn ku ew tevlî kampanyayê bûne.