Li ser banga BDP'ê ya bi hişyariya "Jiyanê reş nekin, mirinê rawestînin", li Dêrsim, Mûş, Colemêrg, Gever, Aydin, Enqere, Şirnex, Mêrdîn, Mêrsîn, Îzmir, Edene û Manîsayê meşên meşaleyî hatin lidarixsitin û şev bi meşaleyan ronî bû.
DÊRSIM
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê ji bo piştgiriyê bidin çalakiyla greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê 64 rojin berdewam dike, di roja 8'an de meşa meşaleyî berdewam kir. Bi sedan Dêrsimî li Kolana Hunerê kom bûn û bi sloganên "Girtiyê şoreşger rûmeta me ne" û "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" û "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" ber bi avahiya AKP’ê ya Dêrsimê ve meşiyan. Li ber avahiya AKP'ê li ser navê komê Endamê Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan ya Dêrsimê (HDK) Huseyin Tunç axivî û diyar kir ku, daxwazên girtiyan daxwazên wan e û dê heta dawi li daxazên girtian xwedî derkevin. Tunç hikûmeta AKP'ê rexne kir û xwest êdî gavên çareseriyê bavêje. Pişti daxuyaniyê komê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.
MÛŞ
Li navçeya Gimgime ya Mûşê, bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya BDP'a Gimgimê kom bûn, li gel hemû astengiyên polîsan meşa meşaleyî pêk anîn. Bi sedan welatî bi sloanên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan", "Qatil AKP ji Kurdistanê biceheneme" qêriyan û meşiyan. Girseyê li gel astengiyên polîsan bi slogana "Bijî berxwedana zindanan" bertekên xwe anîn ziman û meşa xwe berdewam kir.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî ji bo kesên ku li Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran ketine grevê bername hate amadekirin. Di bernameyê de rêveberên BDP'ê, dayîka çalakger û rojameger Tayip Temel Narinç Temel û gelek welatiyên din amade bûn. bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir. Di bernameyê de nameya girtî Muzaffer Yilmaz û Sabri Acar hate xwendin. Pişt re Narinç Temel, der barê kurê xwe rojnameger Tayip Temel de axivî.
Li taxên Sumbul, Medrese, Biçer, Keklikpinar û Pehlivanê jî bi heman armancê agir hatin pêxistin û çalakî hatin lidarxistin. Li taxa Biçerê komê meş pêk anî û li gelek kolanên din polîsan êrîşî ciwanan kir u pevçûn derket.
GEVER
Li navçeya Geverê jî Şaxa KURDÎ-DER'ê bi heman armancê meşek pêk anî. Koma ku di pêşengiya KURDÎDER'ê de li ber Otela Oslo kom bû bi tevlêbûna reveber, şaredar, înîsiyatifa dayîkên aştiyê û welatiyan bi pankartên "64 mirin 64", "Bendewariya çareseriya AKP'ê gaflete" meşiyan. Komê rêz girt û pişt re daxuyanî dan. Seroka şaxa KURDÎ-DER'ê Ayfer Kutlar, polîtîkayên AKP'e şermezar kir û piştgiriya xwe anîn ziman.
AYDIN
Komîsyona Mafên Mirovan ya Baroya Aydinê jî bi heman armancê li baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Parêzerên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Endamê komîsyonê Hicran Danişman daxuyanî xwend û piştgiriya xwe anî ziman.
ENQERE
Li Enqereyê ji Platforma Ne Mirin Çareserî, bi heman armancê li Kolana Yukselê kom bûn û heta kolana Sakaryayê meşek meşaleyî pêk anî. Di meşê de komê pankarta "Di roja 64'emîn de girtî li hundirin, mirovahî dihele" vekirin û slganên "Bijî berxwedana zindanan" qêriyan. Li ser navê komê Serokê Giştî yê KURD-DER'ê Musatafa Karaman, daxuyani xwend û piştgiriya xwe ya çalakiyê anî ziman.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî hevparên KESK, DÎSK û Odeya Tabîban, li ber avahiya Îş Bankê kom bûn û bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka Deme ya SES'ê Aziz Yural daxuyanî da û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir û piştgiriya xwe ya girtiyan anî ziman. Komê piştî daxuyaniyê bi slogana "Bijî berxwedana zindanan" heta Mala Mamosteyan ya Cizîre meşiyan.
Piştî meşê polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir û çalakî bi dawî bû.
MÊRSÎN
Rêxistina BDP'e ya Mêrsînê jî bi heman armancê meşek pêk anî. Rêveber û endamên BDP'ê li taxa Guneşê kom bûn û heta avahiya BDP'ê ya Akdenîzê meş pêk anîn. Bi sedan kesan bê navber sloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" qêriyan û meş pêk anîn. Kom beriya bigehije avahiya BDP'ê ji aliyê polîs û maşîneyên zirxi ve hate rawestandin. Pişti polîsan girse rawestand, komê çalalakiya rûniştinê pêk anî. Komê piştî rûniştina 5 deqîqeyan dîsa meşa xwe berdewam kir. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kir. Kom piştî demekê bi polîsan re ket nava pevçûnê belav bûn.
EDENE
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê jî bi heman armancê li Kolan Ova ya taxa Ova ya Semsa Şakirpaşa ya Seyhanê meşek meşaleyî pêk anî. Beriya meşê polîsan bi maşîneyên zirxi kolana Ova dorpêç kir. Bi sedan kes li kolana Ova kom bû û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan na be", "Hoşt hoşt kuçik hoşt", "Bijî berxwedana zindanan" û "Şehîd namirin" qêriyan. Bi sedan kesên ku di nav de endam û rêveberên BDP'ê û saziyên demokratik hebûn ji 7 heta 70'ê salî meş pêk anîn. Bi sedan kes li gel astengiyên polîsan heta Kolana Beşevlerê bi qasî 3 kilometre meşiyan. Pişti meşê li ser navê girseyê Serokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak daxuyani da û piştgiriya xwe anî ziman û xwest AKP gavên çareesiryê bavêje.
Komê piştî daxuyaniyê xwest heta kolana Şakirpaşa bimeşin û polîsan êrîş kir û pevçûn derket. Piştî demekê bûyer bi dawî bûn.
ÎZMÎR
Endam û rêveberên BDP'ê yê Karabaglara Îzmîrê li Parka Kartalê kom bûn û bi heman armancê meşa meşaleyî pêk anîn. Koma xwest bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Komê piştî runiştinê daxuyanî dan û dawî li çalakiyê anîn. Rêveberê BDP'ê Emrah Demîr, zextên polîsan û polîtîkayên AKP'ê şermezar kir û piştgiriya xwe ya girtiyan anîn ziman.
MANÝSA/MÊRDÎN
Li taxa Îstasyonê ya Tûrgutluya Manîsayê bi heman armancê bi sedan kesan meşa meşaleyî pêk anî û piştgriya xwe anîn ziman. Li vir jî girseyê heman parkart û slogan qêriyan û çalakî pêk anîn.
Li navçeya Mîdyata Mêrdînê jî bi heman armancê çalakiya greva birçûbûnê ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Midyatê hatiye destpêkirin komek nû ya endamên DOKH'ê dewir girt.