Zinarîn Kobanê: Wezîfeya her jinê ye ku şoreşê biparêze

Ji fermandarên YPJ'ê Zinarîn Kobanê diyar kir ku her jineke li nava şoreşê divê xwe ji şoreşê berpirsyar bibîne û got, "Wezîfeya her jinê ye ku Şoreşa Rojava biparêze."

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zinarîn Kobanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de jinên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û jinên li hemû eniyên şer têdikoşin silav kir û destnîşan kir ku ji bo xwedîderketina li keda van jinan divê ew têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin.

Zinarîn Kobanê bi bîr xist ku li herêmê, li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê şer her roj hîn bêhtir giran dibe û got, "Şer bi rêbazên siyasî, leşkerî, psîkolojîk û taybet tê meşandin. Tevlîheviyeke gelekî mezin heye. Şer hemû bi zanebûn hatin destpêkirin, tên kûrkirin û ji bo bê girankirin çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî nijadperestî, olperestî û zayendîperestiyê li nava civakan belav dikin, bi van hemûyan êrîşî gelan û civakan dikin. Bêguman jin qurbanên destpêkê yên van êrîşan e."

Zinarên Kobanê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakkur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Şerê li dijî Rojava jî giran dibe. Hem ji bejahî û hewayî hem jî bi rêbazên şerê taybet êrîş her roj zêde dibin. Bi van rêbazan hewl didin zextê li gelê me bikin, tirsê bixin nav agelê me. Ev şer ne tenê ji aliyê hêz û dewletên herêmê ve tê kirin. Di vir de rola hêzên hegemon ên navneteweyî gelekî mezin e. Di vî şerî de jî jin dibin qurbanên herî mezin.

Li hemberî van êrîşan û zextê, jinan hişmendiyeke xurt afirandin, hêza xweparastinê ava kirin û sekneke bi îrade nîşan dan. Ya rast di bingeha van êrîşan de tirsa ji vê sekn û îradeyê heye. Di bingeha êrîşên li ser destketiyên Rojava de ev tirs heye. Dewleta Tirk ji ber vê yekê bi hemû rêbazên şerê qirêj êrîş dike. Dixwaze destketiyên li Rojava bi ked û berdêlên mezin hatin afirandin ji holê rake.

Ne tenê li Rojava di her şerî de destpêkê êrîş li jin û zarokan tê kirin. Ji bo têkbirina civakekê, bêîradekirin û serweriya li ser civakê, divê beriya her tiştî êrîş li jinê bê kirin. Civak bi vî rengî dikare bê bidestxistin. Ji bo vê jî her cûre rêbazên şerê qirêj têne bikaranîn. Zayendîperestî, olperestî û nijadperestî weke çeka herî bi bandor tê bikaranîn. Dixwazin ku her tişt di çarçoveya siyaseta netewe dewletê de be."

Zinarîn Kobanê bi bîr xist ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî gel bi zorê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin û got, "Li van herêman her roj jin têne kuştin, desteserkirin, destdirêjî lê tê kirin û ji cih û warê xwe têne kirin. Ev kiryarên li dijî jinê ji roja destpêkê ve dewam dikin. Ji bo civak di nava tirsê de be, bi taybetî jî jin her tim di nava tirsê de be, çi ji destê wan tê dikin. Bi vî rengî zerara ku didin jinê roj bi roj mezin dibe. Bêguman dema zerar li jinê dibe hingî zerar li zarokan, li civakê, li mirovahiyê dibe. Yekane rêya têkbirina vê siyasetê jî birêxistinkirina jinê, xurtkirina xweparastina jinê ye. Hem jin hem jî civak divê haya me ji vê siyasetê hebe. Em jin zerareke mezin jê dibînin. Berdêlên giran didin. Her roj êrîş li me têne kirin. Her cûre êrîş li jinê têne kirin. Rojane bombardûman li jinê tê kirin. Ji bo belavkirin û parçekirinê her cûre êrîş tê kirin lê belê haya jinan ji van hemûyan heye û divê bi berpirsyarî rabin."

Di dewama axaftina xwe de Zinarîn Kobanê got, "Li Efganistanê jin li gel her cûr zext û tundiyê jî serî hildidin û sîstemê qebûl nakin. Li Îranê di şexsê Jîna Emînî de jinan berxwedaneke mezin afirandin. Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya bi felsefeya Rêber Apo, ev berxwedan li cîhanê belav bû, li gel zext, tundî û qetilkirinê jî dewam dike. Li Rojava jinên ku xwe bi pêşengiya YPJ'ê bi rêxistin kirine, veguherandine hêzeke mezin, şerekî mezin dimeşînin. Eger Îro li cîhanê û herêmê bi pêşengiya jinê berxwedan û şerekî mezin tê kirin, bêguman em bi mîrateya têkoşînê ya tevgera azadiyê gihîştin vê astê. Em îro bi vî mejî û felsefeyê tevdigerin.

Di nava civaka me de jî mejiyê mêr bi rê û rêbazên cuda xwe bi rêxistin dike û hewl dide belav bibe. Em jî li gorî ruhê pêvajoyê bi stratejîk, taktîk û planekê tevdigerin. Şerê li dijî me bêguman li hemberî tevahiya civakê ye, lewma bi taybetî li dijî jinê û YPJ'ê tê kirin. Şervîn Serdar, Mizgîn, Jiyan Tolhildan, Nûcan, Hêlîn û bi sedan hevrêyên me yên di vê rêyê de têdikoşiyan hatin hedefgirtin. Divê haya me ji vê yekê hebe; li pêşiya me şerê man û nemanê heye. Eger em xwe li gorî vê bi rêxistin bikin û parastina xwe xurt bikin em ê bi ser bikevin. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve ji her alî ve divê em têbikoşin. Ji aliyê leşkerî, siyasî, civakî û dîplomatîk ve ji her alî ve pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye."

Fermandar Zinarîn Kobanê anî ziman ku divê jin êdî ji mejiyê mêr hêvî neke û got, "Her jinên li nava şoreşê divê xwe ji vê şoreşê, ji vê têkoşînê berpirsyar bibînin. Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Parastina vê şoreşê jî wezîfeya her jinê ye. Divê li gorî vê yekê tevbigere û xwe bi rêxistin bike. Ne tenê wezîfeya jinên Rojava ye, di heman demê de wezîfeya jinên hemû cîhanê ye.

Divê em vê yekê zanibin; em bi hev re hene. Her yek ji me li cihê ku em lê ne, nûnerên vê têkoşîn û felsefeyê ne. Wezîfeya me ye ku bi vê têgihiştinê tevbigerin."