Yuksel Ogûz: Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirsin
Hevseroka HDP'ê ya Kerboranê Yuksel Ogûz anî ziman ku polîsên Tirk wan timî dişopînin û got, "Hewl didin bitirsînin. Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirsin."
Hevseroka HDP'ê ya Kerboranê Yuksel Ogûz anî ziman ku polîsên Tirk wan timî dişopînin û got, "Hewl didin bitirsînin. Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirsin."
TJA'yê çalakiyên 15'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê di 17'ê Mijdarê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê da destpêkirin. 8 rojan wê li navçeyên Mêrdînê panel û civînên gel bêne lidarxistin. Çalakî wê 25'ê Mijdarê bi meşeke li Mêrdînê bi dawî bibe, ku ji hemû navçeyan wê tevlîbûn çêbibe.
Hevseroka Navçeya Kerboranê ya HDP'ê Yuksel Ogûz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tundiya li jinê li Kurdistanê bi polîtîkayên dewletê bûye qadeke ji şerê taybet. Ogûz diyar kir ku piştî pêvajoya xwerêveberiyê li bajêr ji bo tevlîbûna jinan a li nava têkoşîna rêxistinbûyî bê kêmkirin polîtîkayên zextê hatin zêdekirin.
Yuksel Ogûz got, "Li pêşiya avahiya me ya navçeyê timî wesayita polîsan tê rawestandin. Ji karên rojane heta bi civînên gel û serdanên malan û sersaxiyan karên me dişopînin. Polîtîkayeke zext û tepisandinê li ser tevahiya civakê tê meşandin, lê bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin. Piştî pêvajoya xwerêveberiyê hîn giran kirin. Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan û civakê ditirsin. Bi taybetî jî li hemberî jin ên ciwan dimeşînin. Em ê jî li hemberî vê yekê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de heta ji me bê em ê xwe bigihînin jin ên ciwan û wan tevlî nava têkoşîna rêxistinbûyî bikin."
BIKARANÎNA NARKOTÎKÊ TÊ BELAVKIRIN
Yuksel Ogûz ragihand ku yek ji mijarên civînên wan ên li navçeyan têkoşîna li dijî bikaranîna narkotîkê ye û got, "Em dibînin ku li Kerboranê kiryarên ji bo bikaranîna narkotîkê zêde bûne. Bi taybetî li taxên ku di pêvajoya xwerêveberiyê de berxwedan gelekî xurt bû, weke konsepteke şerê taybet tê meşandin. Tê zanîn ku di vê mijarê de giraniyê didin ser wan deveran. Yek ji qadên ku ciwan, jin ên ciwan herî zêde lê ne atolyeyên teksîlê ne. Me bihîst ku rêxistiniyên mîna TUGVA'yê di bin navê têkoşîna li dijî narkotîkê de hewl dide bikeve van deveran, bi ciwanan re diyalogê bikin û ber bi xwe ve bikişînin. Di çarçoveya bernameya me ya 25'ê Mijdarê de yek ji çalakiyên me jî wê serdana van atolyeyan be."
PIŞTÎ 25'Ê MIJDARÊ JÎ WÊ DEWAM BIKE
Yuksel Ogûz işaret bi kiryarên qeyûm ên ji sala 2016'an ve kir û ragihand ku ji bilî girtina saziyên şaredariyê yên ji bo jinan her wiha malên saziyan jî desteser kir. Yuksel Ogûz diyar kir ku piştî 25'ê Mijdarê wê heta pêvajoya hilbijartinên xwecihî têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî bilind bikin, di hilblijartinê de bi ser bikevin û weke jin cihê xwe di nava rêveberiyên xwecihî de bigirin.