YJŞ: Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo

YJŞ’ê salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û got: “Em ê heya dawî Şengalê biparêzin. Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengalê.”

Mirovahî bi pergala zilamê desthilatdar hatiye asta ku kesayetek weke Rêber Apo, 25 salan fizîkî dîl girtiye. Reber Apo di çayreka sedsala 21’an de ispat kir ku jin bi têkoşînek dijwar dikare jiyana bi rûmet bi dest bixe. Li gel vê jî bi vîn û hêza xwe ya xwezayî ya bi destê zilam hatiye perçiqandin, hêdî hêdî bi rêbaza helandinê, bi çewisandinê, nebe bi qetilkirinê xwest tine bike. Lê belê zilamê serdest bi hebûna Rêber Apo nikaribû xeyalên xwe pêk bînin, hêz û vîna jin bişkîne û tine bike.

Em jî weke YJŞ’ê bi fikirê Rêber Apo bawer dikin û destê ku ji bo rizgariya me dirêj kir, bi hezkirenekî bê hempa me girt. Ji ber ku civaka Êzidî, di serî de jinên Êzidî her tim bûne hedefa êrîşên desthilatdariya zilam ango dewletan. Ji qirkirina siyasî, çandî, fizîkî bi her awayi derbas bûye. Lê fedaiyên Rêber Apo wekî 12 sûvarîyan ji bo parastina gelê Êzidî, parastina çanda Êzidayetî, parastina dîrok û pêşeroja civaka Êzidî hatin û xwe gihandin me. Bedelên pir giranbûha jî dan û serkeftina warê me Şengal teslîmî me kirin û çûn. Ev çawa pêş ket? bi fikir, raman, welatparêzî, tekoşîn, zanist û berxwedana Rêber Apo pêş ket. Em wekî YJŞ’ê Rêber Apo wekî Rêberê xwe dibînin, ji bo fikir û felsefeya wî jiyanî bikin têkoşîn dikin, berxwe bidin heta sekeftina jin û jiyana azad. Em wekî YJŞ’ê bi tundî tecrîta li ser Rêber Apo şermezar dikin û dibêjin bi Rêber Apo re heya dawî Şengalekî rizgar û azad de jiyan bikin.

Şehîdên şoreşê bûn bingeha jiyana azad. Naskirina azadî, bû sedema vîna Jina azad, her wiha bû ronahiya li beramberî tarîtiya zilamê desthilatdar. Em xistin ser riya rast û bi rûmet, riya rast nîşanî me kirin. Em şehîdên xwe yê bi fikir û ramana Rêber Apo de dil û mejiyê xwe safî kirin bi rûmet û rêzdarî bibîr tînîn. Em wek jinên Êzidî di vê rêyê de bi vîn û felsefeya Rêber Apo bibin şopdarên wan. Her wiha jin, ciwan, zarok, kal û bi sedhezaran mirovên bê guneh ên bûn şehîdên fermana 74’an bi bîr tînîn. Di vê oxirê de hevalên ku şehîd bûne di şexsê Şehîd Denîz, Bêrîvan Seîd, Rusyar, Bêrîvan Arîn, Nujiyan, Gulçîn, Nûjîn û Şîlanan de, dîsa piştî rizgariya Şengalê hevalên bi jin re dil dane azadiyê û hevaltî kire di şexsê Şehîd Zerdeşt, Seîd, Dijwar, Azad, Pîr Çeko û Dîndaran de bi rêzdarî bi bîr tînîn û dibêjin em ê heya dawî bi we re hevaltî bikin û xeyalên we yê jiyana azad, bi sonda tolhildana ve pêk bînin.

Li ser şerê qirkirinê Ezidiyên Şengalê 9 sal derbas bûn. Li dijî vê qirkirinê hêza HPG- YJA STAR- YPG- YPJ  tekoşîn û berxwedanekî bê hempa meşandin û berdêlên giran hatin dayîn. Li gorî tê zanîn 450 şehît dan. Ew bün pêşêngên me yê heta heta. Wek hêza YJŞ’ê em ê şopdarê şehîdan bin û xeyalê wan pêk binin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’ê di bin navê DAÎŞ’ê de dewletên deshilatdar êrîşê xaka pîroz Şengalê kirin. Tiştê DAÎŞ kir asîmîlasyon, qirkirina fîzîkî û çandî bû. Pergala serî jêkirin, zindî zîndî şewitandin, tecawuz û jin xanîmet kirin, firotin bû. Bi kurtasî koletî, jiyanekî ketî bû. Jin û keçên Êzidî xistin halê ku hejî nikarin werin ser xwe. Bi jinê xwestin kokê hilweşînin. Jinên Êzidî dema nexwastin teslîmê wan bibin rumetê xwe biparêzin xwe ji latan avetin û xwe kuştin. Bi deste xwe dawî li jiyana xwe anîn. Heya dawî berxwedan. Civaka Êzidî vê rastiyê dît. DAÎŞ artêşa dewletên desdilatdar bû. Dewletê Tirk di avabûyîna DAÎŞ’ê de rolê sereke lîst. Heya roja me ya îro jî vê erka xwe li ber çavê giştî cîhanê dileyîze. Rastiya giştî dewletan di şerê DAÎŞ’ê de derket hole. Îro me artêşa xwe ya parasinê YJŞ ava kiriye. YJŞ di nav şerekî dijwar de, di nav xwînê de xwe afirand. Armanca me wek YJŞ em bi hêza xwe, bi cewhera xwe xwedî li kokê xwe derkevin. Bi vîn bibin û xwe biparêzin. Em bi saya fikir û felsefeyekî xurt ku Rêber Apo avakiriye heta roja me ya îro hatin. Em bi şehîdên xwe yê bi rûmet heya îro meşiyan. Berê em bê parastin bûn, çarenûsa me di destê me de nebû. Ji ber vê me nikaribû çarenusa xwe diyar bikin. Bi şer xwestin me ji cewherê me qut bikin. Lê belê hêzên desilahtar bîr kiribu ku Êzidayetî berxwedêrî ye. Ji dîrokê heya îro me ya îro bi berxwedanî, bi ked em meşiyan, ev dîrok bi xwînê hat nîvîsandin. Bi vê hêzê me Şengal rizgar kir û heya niha em diparêzin. Şengal bi saya felsefeya Rêber Apo û cangoriyên ve rizgar bû, me ev rizgarî pêş xist û zivirand vîn, têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûyînê. Di dîroka 13.11.2015 rizgarkirina Şengalê şundetir gelê Êzidî ne jî civakê Şengalê wek berê nînin. Êdî xwedî artêş e, hêza parasina Şengalê YJŞ’ê û YBŞ’ê heye. Di Şengala rizgarkirî de civaka Êzidî bi hêza xwe ya parastin YJŞ û YBŞ’ê xwedî koka xwe derdikeve. Ji ax û welatê xwe dernakeve, diparêze, têde bi têkoşîn û berxwedaneke mezin, jiyanekî bi rûmet jiyan dike.

Piştî şerê DAÎŞ’ê û şûndetir civaka Êzidî ya welatparêz, berxwedêr xwedî axa xwe derketin û ji nû ve bi pêşengtiya hêzên Apoyî li ser linga ma, xwe zane kir, bi vê zanistê xwe û hêza xwe nas kir. Hêzên berxweder a ku ji civaka Êzidî re peşengtî kir, dan nîşandan ku civak bê parastin nabe. Civaka bê parastin di nava vê pergala deshilatdar de nikare jiyan bike. Me bi vîna xwe tercîha xwe, azadî hilbijart û me dît ku ev rê jî tenê bi paradîgmaya Rêber Apo, Konfederalîzma Demokratîk û azadîxwaziya jinê pêkan e.

Em wekî YJŞ’ê fermana 74’an ji bîr nakin. Salvegera 9’emîn a rizgariya Şengalê pîroz dikin û em ê heya dawî jî Şengalê biparêzin. Tolhildana YJŞ’ê wê bibe azadiya Rêber Apo û Şengaleke rizgar. Bi vê bîr û bawerî giştî jinên ku li ser esasê azadiyê xwe feda kirine, dîsa jinên ku di rêya azadî de dimeşin hemûyan silav dikin.”