Xwendekarên Jin ên Kurd ên li Ewropayê li dijî tundiyê bang kirin

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek dan û ji bo çalakiyên li Ewropayê û têkoşînê banga piştevaniyê kirin.

JXK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji bo balkişandina li ser maf û pêwîstiya bi mafên jinên Kurd firsendeke.

Tevgera xwendekaran bang kir ku ji bo balê bikişînin ser zehmetiyên taybet ên li hemberî jinê, çalakî bêne lidarxistin, nîqaş û kampanya bêne kirin.

Di daxuyaniyê de têkildarî kuştina jinan agahî hatin dayin û hate gotin, "JXK piştgiriyê dide hemû jinên ku mexdûrê tundiyê ne û ji bo jin bibin xwedî jiyaneke bi ewle û azad, bi rengekî çalak têdikoşe. Ji bo çalakiyên me yên li Ewropayê û têkoşîna me, em banga piştevaniyê dikin."