Xelatgira Nobelê Nergîs Mûhammedî dest bi greva birçîbûnê kir
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Nergîs Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê aktîvîst Nergîs Mûhammedî ku li girtîgeha Evînê ya li Tehranê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kir.
Malbata girtî ragihand ku Nergîs Mûhammedî li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Nergîs Mûhammedî beriya çend saetan ji malbata xwe re ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye. Di mijara tenduristiya wê de em bi fikar in."
Malbatê got, "Ji her tiştên ku bêne serê Nergîza me wê Komara Îslamê berpirsyar be."
Aktîvîst bêparhiştina girtiyan ji derfetên lênihêrînê û ferzkirina nixumandina serê jinan şermezar dike. Beriya çend rojan rayedaran Nergîs Mûhammedî nebiribûn nexweşxaneyê ji ber ku qebûl nekir ku serê xwe binixumîne.
Malbatê bal kişand ser nexweşiyên pişik û dil ên Nergîs Mûhammedî û diyar kir ku divê teqez bê dermankirin.
Nergîs Mûhammedî yek ji jinên pêşeng ên serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bû.
Di 6'ê Cotmehê de Xelata Nobelê ya Aştiyê jê re hate dayin.