TJK-E: Di referandûmê de jin wê ji zilma zordar e bibêjin, ‘NA’

TJK-E: Di serî de jinên Kurd em bang li jinên Tirk, Ereb, Asûr-Sûryanî, Ermenî dikin ku di referandûmê de çalak bin. Jinên Elewî di vê referandûmê de wê ji zilman zordar re bibêjin NA.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji ANF’ê re ragihand, ku bi hevalbendiya faşîst a AKP/MHP bi ragihandina Rewşa Awarte ya li Kurdistan û Tirkiyê û bi Biryarnameyan, azadî û mafên sereke hatine desteserkirin. TJK-E destnîşan kir, ku hewl tê dayin bi çewisandin, îşkence û girtinan rejîma dîktayê were danîn.

‘NA ROJA HESAB PIRSÎNÊ YE’

Di daxuyaniyê de hate gotin ew weke gelên beşên civakê ku li dij polîtîkayên rejîma dîkta a Erdogan ji xwe re dikine kêşe, ew jî dibêjin na û got, ‘’ Ên ku dixwazin bi dîktatoriya yek zilamî dixwazin li Kurdistanê û Tirkiyê bibin şevreşk,  li dijî wan ên ku êrîş dibine ser nirxên demokratîk ên gelan, ji bo parastina nirxên têkoşîn û berxwedanê eniya NA wê bi helwesteke bêhtir rêxistinî di referandûmê de NA’yê derxînin.

Êşa ku rejîma Erdogan bi me daye jiyîn ji bo me nabe sedema têkşikîn, xilasbûn, pirnisînê berevajî vê wê bibe wê nav hêrsa me ya mezin û doza me ya mafdar. Ji bo vê jî NA. Na roja hesabpirsîna êşên me, roja hesab pirsînê ye ji bo wan mirovên ku ji nav me birin, ji bo nirxên me yên ku ji dest me çûn.’’

‘ZIMAN, KÊŞE Û ÇARESERIYA JINAN HEVPAR E’

TJK-E bi berdewamî balkişandina ser gerdûnîbûna kêşe û çareseriya jinê û got, ‘’Zimanê jinan gerdûnî ye, çawa ku kêşeya jinê gerdûnî be çareseriya wê jî gerdûnî ye. Faşzîm pêşî jinan radest digire û piştre radestbûnê li civakê ferz dike’’

TJK-E diyar kir ew alî ne ku aştî, xwîşk û biratiyê, xweşbîniyê bi pê dixin û ji bo vê jî divê di eniya NA de cihê xwe bigirin.

TJK-E’yê  bi berdewamî wiha got, ‘’Jin wê bibêjin NA. Şerê me yê ku bi NA’yê an jî bi reddekê dest pê kirî, bi lêzêdekirina gelek NA û redkirinan wê bibe azadî û li me vegere. Ji bo vê jî di serî de jinên Kurd, em bang li jinên Tirk, Ereb, Asûrî, Sûryanî, Eremn dikin ku aktîf tevlî referandûmê bibin. Jinên Elewî di vê referandûmê de wê ji zilma zordar re bibêjin NA. Jinên Elewî li ser navê heq û heqîqetê, di referandûmê de wê bersiva hewce bidin Xizir paşayan. Ji bo vê jî em bang li hemû jinan dikin ku bêyî dengê xwe bi derengî bixin li siberoja xwe û nirxên xwe yê demokratîk xwedî derbikevin.’’