TJA'yê serbestberdana leşkerê ku êrîşa zayendî kirî şermezar kirin
Tevgera Jinên Azad (TJA) serbestberdana çawîşê pispor Eyûb K. yê ku li Nisêbînê destdirêjiya zayendî li hemberî 4 zarokan kiribû, şermezar kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) serbestberdana çawîşê pispor Eyûb K. yê ku li Nisêbînê destdirêjiya zayendî li hemberî 4 zarokan kiribû, şermezar kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî serbestberdana çawişê pispor Eyûp K. ê ku li Nisêbînê dest dirêjî çar zarokan kir, li Stîlîliya Nisêbînê daxuyanî da û meş lidar xist. Dayikên Şemiyê, Aktivîstên TJA'yê, Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, parlamentera HEDEP'ê Bêrîtan Guneş û gelek jinên ji bajêr tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Şîndar Akincî di çalakiya ku pankarta “Wê çeteyên tecawizkar hesab bidin” hat vekirin de axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi awayekî sîstematîk rastî polîtîkayên şerê taybet tên.
Şîndar Akincî got, “Tevî ku polîtîkayên êşkence, tundî û destavêtinê yên li ser jinên Kurd hatine guhertin jî, berxwedana me jinan jî pêş ketiye. Em bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê soza mezinkirina berxwedanê didin."
Wekîla HEDEP'ê Bêrîtan Guneş jî anî ziman ku ew ê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê teşhîr bikin û li dijî her cure polîtîkayên qirêj têbikoşin.