TAJÊ salvegera rizgarkirina Şengalê silav kir

TAJÊ, salvegera rizgarkirina Şengalê silav kir û got, "Li ser bang û hişyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin. Jiyana bi hezaran Êzidî rizgar kirin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê peyamek weşand.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Ji warê Derwêşan, ji Şengala ku bi berdêlan azad bûye, spas û hezar silav, minetdarî ji mîmarê azadiyê, Rêberê mirovahiyê Rêber Apo re. Li ser bang û şiyariya Rêber Apo, siwariyên azadiyê berê xwe dan Şengalê û Şengal ji tarîtiya DAÎŞ’ê hat rizgarkirin. Spasî ji bo fedaiyên Rêber Apo, gerîlayên  azadiyê HPG û YJA-STAR’ê yên ku bi canê xwe bûn  sîper û em ji qirkirinê xilas kirin. Di şexsê lehengên, weke şehîd Pîrdoxan, Canfeda, Zîlan û Bêrîvanan de, careke din pêşeng û fermandarên wekî Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Çeko Çetax, Nûjîn Amed, Hêlîn Helena û Memoyan de hemû şehîdên ku di oxira parastin û rizgarkirina Şengalê de canê xwe feda kirine bi minetdarî bi bîr tînin.

Ewladên leheng ji welatê rojê Rojava, Şervanên YPG  û YPJ’ê li ser banga Rêber Apo bi hewara Şengalê ve hatin. Di kêliyên herî bi êş ên fermanê de ku her kes ji Şengalê direviya, korîdora mirovî vekirin û sînor nas nekirin. Rojava hembêza xwe ji Êzidiyan re vekir. Mil bi milê gerîlayan, şervanên YPG û YPJ’ê şer kirin û li berxwedan, bûn xwedî roleke dîrokî di rizgarkirina Şengalê de. Yên wek şehîd Polatcan û Gênco Hewlêrî û bi sedan şehîdên weke wan bi moral û manewiyata xwe ya mezin bûn hêviya azadiyê û tirsa mirinê şikandin.

Keç û xortên Êzidxana pîroz, bi hêrsa tolhildana ji fermanan ku serê xwe dan lê sir nedan, mil dan milên gerîlayan û şervanên YPG-YPJ’ê tevlî berxwedanî û şerê rizgariyê bûn. Ji yekîneyên destpêkê xwe bi rêxistin kirin û bûn hêz. Di pêşengiya şehîd Berxwedan û Bêrîvanan de Şengal hat rizgarkirin û ala serkeftinê hat bilindkirin. Çanda Rêber Apo ya ku bi berxwedanê dibe serkeftinê, bû tovek û li ser vê xakê ji nû ve şîn bû. Vê xetê bi Şengalan, Hejaran, Zerdeştan, Dijwaran, Azadan, Seîdan, Pîr Çekoyan û Dîndaran berdewam kir. Heya roja îro rêhevalên wan ku li ser vê şopê  dimeşin û vê riyê berdewam dikin, em rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin.

Ji bo avakirina jiyana azad û demokratîk li Şengalê, li ser pergala neteweya demokratîk di aliyê rêxistinkirina civakê de, rêheval Mam Zekî û Mam Beşîr heya kêliya şehadetê bi rola pêşengiyê rabûn, xwedî kedek bi wate û dîrokî bûn, Mam Zekî bû sembola tifaqa civaka Êzidî. Em salvegera rizgarkirina Şengalê li wan pîroz dikin. Em dibêjin têkoşîna we ya bi rûmet têkoşîna me ye. Ji bo avakirin û parastina Şengala ku bi ked û xwîna bi sedan şehîdan hatiye rizgarkirin, em ê heya dawî têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.

Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî careke din salvegera 8’mîn a rizgarkirina Şengalê, li Rêber Apo pîroz dikin. Em li şehîdên rizgariyê yên Şengalê, li tevahî şehîdên azadiyê pîroz dikin. Careke din em li gerîla HPG, YJA STAR’ê pîroz dikin û berxwedana wan a rûmetê silav dikin. Dîsa li şervanên azadiyê YPG, YPJ, YBŞ, YJŞ’ê û li tevahî civaka xwe ya Êzidî û mirovahiyê Şengala azad pîroz dikin.”