Peyama PAJK'ê ya li ser 4'ê Nîsanê

PAJK'ê li ser 4'ê Nîsanê peyameke nivîskî weşand û got, "4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me, ku tê wateya vejîna jiyana azad, di serî de li mirovê azad li Rêber Apo, gelê me û hemû mirovahiyê pîroz be."

Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

PAJK'ê li ser 4'ê Nîsanê peyameke nivîskî weşand û got, "4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me, ku tê wateya vejîna jiyana azad, di serî de li mirovê azad li Rêber Apo, gelê me û hemû mirovahiyê pîroz be."

Di dewama peyama PAJK'ê de hat gotin, "Weke PAJK'ê, em rojbûna Rêber Apo, ku bû hêvî ji jinan, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re, ji dil pîroz dikin."

PAJK'ê bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jiyana azad û destnîşan kir, ku ev jidayikbûna li gundê Amara yê Kurdistanê, bû vegera jiyanê li gelê Kurd.

PAJK'ê ragihand, bi saya Ocalan ti gel bi qasî gelê Kurd zindî nebûye, li dora têkoşîna azadiyê neciviyaye û ewqasî siyasî nebûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi têkoşîna bê navber a Rêberê me re, feraseta azadiyê ji heft heta heftê salî zelal, şênber bûye û bûye xwedî xeteke jiyanî."

PAJK'ê diyar kir, ev jidayikbûna bi cewhera hemû jidayikbûnan pêk hat, tevî sê jidayikbûnên di nava xwe de, jidayikbûna gelan, jinan, ronakbîriyê, civaka xwezayî, şoreşan, mirovên azad û banga ji bo azadiyê ye.

Peyama Koordînasyona PAJK'ê ya ji bo 4'ê Nîsanê bi vî rengî dewam kir:

"Rêber Apo got, di nava jiyanê sê jidayikbûn bi serê wî ve hatiye. Ya yekemîn; jidayikbûna ji aliyê dayika Uweyş ve li axa pîroz û berhemdar a Rihayê afirand û rûdana civakîbûna piştî vê jidayikbûnê ye. Ya duyemîn; hişyarkirina gelê Kurd ji xewa mirinê û bicihkirina sosyalîzma xwezayî li axa Kurdistanê ye. Ya sêyemîn jî; bi paradîgmaya nû re diyarîkirina modernîteya demokratîk ji bo mirovahiyê û gerandina govenda biratiya gelan e.

Ev her sê rojbûnên Rêber Apo di heman demê de jidayikbûna jinan e. Eger ev nebûya, gelo jina ku weke xeleka herî qels dihat dîtin, digihîşt vê astê? Di vir de em êdî rastiya jinê dibînin, ku her ku têdikoşe û şer dike dibe ya xwe, zêde dibe, bedew dibe, jê tê hezkirin û hurmet jê re tê nîşandan. Eger nirx, ked û baweriya Rêberê me ya ji bo jinê nebûya, ev hemû tenê wê mîna xeyalekê bima. Ji ber vê yekê ev jidayikbûn tê wateya vejîna xwedawendan di nava civaka xwezayî û ji nû ve hûnandina jiyanê bi destên pîroz ên xwedawendan. Rêberê me got, 'Jinên azad mîna rojekê hiltên'. Li van çiyayên me, ku weke textê xwedawendan tê naskirin, roj hiltên û şewqa xwe didin cîhanê.

Ji 4'ê Nîsana 2015'an û vir ve em bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Weke gel û jinan, em ji rewşa fîzîkî û tenduristiya Rêberê xwe gelekî bi fikar in û ev fikarên me roj bi roj zêde dibin. Konsepta tasfiye û înkar-îmhayê ya stratejîk, ku hêzên mêtînger, hegemon ên herêmî û global dimeşînin, li Bakur, Şengalê, Rojavayê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê, bi taybetî û esasî li dijî Rêberê me tê meşandin. Li Îmraliyê, ku bi qanûnên derveyî hiqûqê yên bi taybetî ji bo şexs hatine derxistin, tecrîda giran, zext, îzolasyon û polîtîkayên gefxwarinê di asta herî bilind de ne. Weke gel û jinan, ji ber ku hebûn, têkoşîn û destketiyên me bi saya Rêber Apo afirîne, em dîlgirtian Rêberê xwe weke dîlgirtina xwe û gelê xwe dibînin. Azadiya Rêberê me jî azadiya me jinan û gelê me ye. Em ti carî bi dîlgirtinê qayil nebûn û em ê ti carî qayil nebin. Ji bo qedandina vê dîlgirtinê, em ê hêza xwe qat bi qat zêde bikin û bi hewldanên bêdawî erkên xwe bi cih bînin. Ji bo rakirina esaretê, di vê referandûma pêş me de, divê em li dijî înkar, zilm û îşkenceyê dengê xwe yê NA bilind bikin û vîna xwe nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û jinan dikin, ku heta hilweşandina sîstema esaretê ya Îmraliyê têkoşînê bilind bikin.

Em 4'ê Nîsanê ku jidayikbûna dîrokî ye, îsal bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin û bi coşa şoreşê û sonda me ya berxwedanê pîroz dikin. Em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî jin û ciwanan, ku li dijî qedexeyan her kolan û qadê, her çar aliyên Kurdistanê veguherînin qada azadî û berxwedanê. Bi coşa vê rojbûnê, em hemû jinan silav dikin û bang dikin, ku mîna 8'ê Adarê û Newrozê, li dijî Dehaqên ku roja me ya azad dîl girtine, li her qadê bi şiyara azadiyê têkoşîna berxwedanê geş bikin."