Pêwîstî bi guherînê heye...
Ji bo têkoşîna wekheviya jin-mêr a li qadên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî, divê em femînîst rê û rêbazên xwe biguherînin, li ser vê yekê bisekinin. Guherîn divê; ji ber ku em hatin guhertin.
Ji bo têkoşîna wekheviya jin-mêr a li qadên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî, divê em femînîst rê û rêbazên xwe biguherînin, li ser vê yekê bisekinin. Guherîn divê; ji ber ku em hatin guhertin.
25'ê Mijdarê Roja Piştevaniyê ya li dijî Tundiya li Jinê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, yan jî Roja Zarokên Keç ên Cîhanê eger ji aliyê desthilatdaran ve jî têne bîranîn, her wiha bi rêbazên tevgerên femînîst tê bîranîn, hingî divê em rêbazên xwe yên têkoşînê biguherînin. Ji ber ku desthilatdar destpêkê bi rengekî dijminane nêzî argumanên me dibin, piştre jî vê dijminatiyê radiwestînin û rêbazên me yên têkoşînê ji bo bi kar tînin, ji bo naveroka wan vala bikin.
Hemû dibêjin ku li dijî tundiya li jinê ne. Bi vî rengî xwe nîşan didin. Lê belê ji ber ku rêbazeke bi bandor a têkoşînê nîne, mesele tenê di asta bîranînê de dimîne. Welê lê hatiye ku jinan destketiyên xwe hemû vekişandine û tenê di rojên taybet de xwe nîşan didin.
Di her 25'ê Mijdarê de bi bikaranîna destê 'NA' ku yekemcar Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir sembol, afîş, broşur têne amadekirin. Her wiha îsal bala min kişand; Şaredariya Wanê rengê mor jî bi kar aniye. Par tiştek ceribandin, balonên bi rengê pirtiqalî, afîşên bi heman rengî amade kirin, lê belê civata wan jî nepejirand. Ev meseleyên sembolîk ji bo me têkoşîneke polîtîk e, lê desthilatdar bi rengê 'gelo em ku derê biguherînin', 'naveroka kîjan alî vala bikin' nêzîk dibe. Rengê mor rengekî dilxwaz ê azadî û berxwedanê ye. Bell Hooks ji bo femînîzmê dibêje 'Polîtîkayeke Dilxwaz' û diyar dike ku ji bo her kesî ye.
KAPÎTALÎZM PÊ HESIYA KU FEMÎNÎZM POPULER E
Îdeolojî rengê xwe ji bûyerên dîrokî yên girîng, ji cografya yan jî bûyereke bingeha pirsgirêkê werdigire. Femînîzmê jî diyar kir ku cewhera meseleyê vajîna ye, lewma rengê organê zayendî yê jinê rengê mor bi kar anî. Her kes zane ku mor rengê femînîzmê ye. Rengê jinê ye. Femînîzmê ji aliyê naverok û rêbaza jiyanê ve li nava jiyana jinên Misilman bandor nekir, nekarî bike lê belê mirov dibîne ku gelek hilberînên femînîst, fenîmîzmê hene. Kapîtalîzm pê hesiya ku femînîzm populer e, gelek berhemên hilberand belav kir. Desthilatdar, bi taybetî jî desthilatdarên Misilman/oldar xwe ji femînîzmê vedigirin.
RÊBAZÊN KEVNEŞOP ZÊDE BALÊ NAKIŞÎNIN
Em dev ji vê bûyera reng/sembolê berdin û bên ser têkoşîna wekheviyê ya jinê. Guherîna li cîhanê li nava jin ên Tirkiyeyî jî hate dîtin. Bala xwe bidinê, dirûşm, rêbazên me yên çalakiyê, rêbazên rêxistiniyê hemû weke hev in! Avakirina platformên ji mijaran, meş, daxuyaniyên çapemeniyê êdî bala jinan nakişînin. Lidarxistina semîneran li qadên girtî mîna salên 1990'î êdî balê nakişîne. Rêbazên rêxistinî yên kevneşop ên femînîzmê êdî bala jin ên ciwan nakişînin. Jin ên ciwan êdî bi teknolojiya pêşketî çalakiyên hîn afirîner dikin. Çalakiyên li medya civakî, jinên li Şîlî yên ku çavên xwe girtin, lê hemûyan bi heman rengî gotin 'Tecawizkar tu ye' em hemû kelecanî kirin. Li medya civakî dîmenên kurt bandor li jiyana hemû jinan kir.
DIVÊ EM RÊBAZÊN XWE YÊN QÎRÎNÊ BIGUHERÎNIN
Avakirina navendên piştevaniya jinê, navendên krîzê yên destavêtinê, têkoşîna avakirina stargehên jinan, pêkanîna wekheviya jin û mêr li qadên civakî, hiqûqî, siyasî û aborî ya li nava jiyanê li aliyekî; divê em em femînîst rêbazên xwe yên qîrînê biguherînin, li ser vê yekê rawestin.
Pêwîstî bi guherînê heye; ji ber ku em hatin guhertin.