Hêza pêşeng a operasyona şoreşgerî jî YJA Star e
Gerîlayên YJA Starê bi hatina demsala payîzê re li refên herî pêş tevlî operasyonên şoreşgerî bûn.
Gerîlayên YJA Starê bi hatina demsala payîzê re li refên herî pêş tevlî operasyonên şoreşgerî bûn.
Gerîlayên YJA Starê gotin, "Armanca me ya sereke ew e ku di payîzê de hemû girên ku artêşa Tirk lê bi cih bûye, paqij bikin."
Gerîlayên jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, ne tenê bersiv dane êrîşên dagirkeriyê, her wiha bi tevgerên taktîkî yên leşkerî çeperên xwe xurt kirine û derbên giran li artêşa Tirk xistin. Gerîlayên jin ên ku bi taybetî îsal li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl şer kirin, bi hatina demsala payîzê re di pêngava şoreşgerî de cihê xwe di çeperên herî pêş de girtin.
Gerîlayên YJA Starê beriya çalakiyê ji keşfê heta amadekariyê, ji plansaziyê heta çûyîna ser dijmin, di hemû qonaxên operasyona şoreşgerî de cih girtin û pêşengî kirin. Gerîlayên jin ên ku cihê xwe di nava komên êrîşa li dijî leşkerên Tirk de cih girtin, her wiha cihê xwe di komên sûîqest, komên çekên giran û tîmên bi tevger li hemû qadan û branşan de cih girtin.
EM Ê DIJMIN JI HEMÛ GIRAN DERXÎNIN
Gerîlayên YJA Starê yên beşdarî operasyona li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bûn, dema amadekariyên xwe yên beriya çalakiyê dikirin ji ANF’ê re axivîn û gotin: “Em bi hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin serbilind in, berxwedana wan çavkaniya herî mezin a hêza me ye. Ji ber vê îro em ê li dijî girên ku artêşa Tirk hewl dide dagir bike û li wir hevrêyên me li ber xwe didin çalakiyan li dar bixin. Deynê me yê şehîdên me, gelê me û Rêberê me nexşerêya me ye. Ji ber vê yekê armanca me ya sereke di vê payîzê de paqijkirina hemû girên ku artêşa Tirk lê bi cih bûye, ye. Em di wê baweriyê de ne ku hemû çalakiyên ku em ê pêk bînin wê bi ser bikevin.”