Nûçegihana NuJINHA’yê Nexam Kiraje li Xezeyê birîndar bû

Hat ragihandin ku nûçegihana NuJINHA’yê Nexam Kiraje 12’ê Mijdarê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de birîndar bûye.

Hat zanîn ku rojnamevana 25 salî Nexam Kiraje di êrîşa li ser Xezeyê de, ji lingê xweyê rastê û ji serê xwe birîndar bûye.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşên Îsraîlê û qutbûna elektrîkê nexweşxane nikarin xizmetê bikin, lewma rojnamevan jî nehatiye tedawîkirin.

Ji 7’ê Cotmehê ve zêdeyî 11 hezar kes li Xezeyê mirin ku di navbera wan de rojnamevan jî hene.

Li gorî Komîteya Parastinê ya Rojnamevanan (CPJ) ji destpêka şer ve herî kêm 40 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.