Merasîmên 25’ê Mijdarê: Li gelek bajaran xeleka mor hat afirandin
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê merasîm hatin kirin.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê merasîm hatin kirin.
AMED
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re kart hatin şandin û xeleka mor hat afirandin.
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên MED TUHAD-FED’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de îşaret bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate kirin.
ŞIRNEX
Aktîvîstên TJA’yê li navçeya Hezexê bi jinan re civiyan. Xeleka mor afirandin û ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin, merasîm lidar xistin. Dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin.
RIHA
Platforma Jinan a Rihayê ji jinên girtî yên li girtîgehan re kart şand. Di kartan de îşaret bi “têkoşînê” hate kirin.
MÊRSÎN
Meclîsa Jinan a KESK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî da. Îşaret bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê hate kirin. Nerazîbûn nîşanî sîstema zayendparêz a desthilatdariya AKP-MHP’ê dan.
ÎZMÎR
Li ber Girtîgeha Jinan a Alîagayê daxuyanî hate dayîn. Bi berzkirina dirûşmeyên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Jin, Jiyan, Azadî” merasîm bi dawî bû.