Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê, daneyên tundiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin. Tundî ne tenê fizîkî ye, jin li herêma erdhejê ji gelek mafan bêpar in, di qada siyasî de jî êrîşên li ser destkeftiyên jinan berdewam dikin.
Li gorî kadincinayetleri.org ji daneyên ku di çapemeniyê de li ser kuştina jinan hatine berhevkirin; Di navbera salên 2010-2020’an de 2 hezar û 534 jin hatin qetilkirin. Di van sê salên dawî de kuştina jinan qat bi qat zêde bûye. Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, ku di sala 2010’an de hat avakirin û jinên ku ne tenê ji aliyê mêran ve, di heman demê de bi şik û gumanan hatine kuştin jî li daneyên xwe ya sala 2020’an zêde kir; Heta sala 2020’an, yanî di 10 salan de 4 hezar û 197 jin hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên daneyên platformê; Di sala 2021’an de 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 217 jin jî bi guman mirine. Di sala 2022’yan de 334 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 245 jin jî bi guman mirine. Tevî ku heta niha rapora salane ya sala 2023’yan nehatiye eşkerekirin jî, di nava 10 mehan de 253 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 194 jin jî bi guman mirine.
PIRANIYA WAN LI MALÊN XWE Û JI ALIYÊ HEVSERÊ XWE VE HATIN KUŞTIN
Li gorî daneyên di raporên 2021 û 2022’yan ên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin; Jin bi piranî ji aliyê hevser an hevalên xwe ve tên qetilkirin. Bi rastî ev cihên kuştinan û mirov hema hema her sal bi heman awayî pêk tê.
* Di sala 2021’ê de 124 jin ji aliyê hevserê xwe, 37 jin ji aliyê hevalê xwe, 24 ji aliyê nas, 21 hevserê berê ku pê re zewicî bû, 16 ji aliyê xizmên xwe, 13 ji aliyê hevalên xwe yên berê, 13 ji aliyê bavê xwe, 11 ji aliyê kurê xwe ve, 6 ji aliyê birayên xwe, 3 ji aliyê kesekê ku nas nedikir û yek jî ji aliyê mêrek ku demekê li pey wê ketibû hatibûn kuştin. Têkiliya kesên bûne sedema mirina 11 jinan nehate tespîtkirin. Di sala 2021’an de ji 280 jinan 178 jin li malê hatine qetilkirin. Ev rêje dide diyarkirin ku bi giştî ji sedî 64’ê wan di malên xwe de hatine kuştin.
* Di sala 2022'yan de ji 334 jinên ku ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin 154 ji aliyê hevserên xwe bûn, 35 ji aliyê hevalên xwe ve, 27 ji aliyê hevalên xwe yên berê, 26 ji aliyê xizmên xwe, 19 ji aliyê hevserê berê, 19 ji aliyê nasên xwe, 17 ji aliyê bavê xwe ve, 10 ji aliyê kurê xwe ve, 6 ji aliyê birayên xwe, 4 ji aliyê kesên nenas, yek ji aliyê mêrek ku demekê li pey wê bû, yek ji aliyê nexweşê wê, yek ji aliyê kardêrê xwe û yek ji aliyê zirbav ve hatibûn kuştin. Têkiliya kesên bûne sedema mirina 13 jinan nehate tespîtkirin. Dîsa di sala 2022’yan de ji 334 jinan 209 di malên xwe de hatin qetilkirin.
* Bi vekolîna tenê mehek a sala 2023’yan gengaz e ku mirov bigihîje encamên mîna hev. Tenê di meha Gulanê de 40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ji 40 jinan, 12 ji aliyê hevserê xwe, 8 ji aliyê nasê xwe, 7 ji aliyê hevalê xwe, 3 ji aliyê hevserê xwe yê berê, 3 ji aliyê hevalên xwe yên berê, 3 ji aliyê kurên xwe, 2 ji aliyê bira û 2 jî ji aliyê xizmê xwe ve hatin kuştin. Ji van jinan 30 li malê, 7 li kolanê, yek di wesayîtê de, yek jî li cihekî ji veşartî hatin qetilkirin. Cihê ku jinek lê hatiye kuştin nehate tespîtkirin.
LI HERÊMA ERDHEJÊ BÊYÎ PARASTIN Û ALÎKARÎ
Piştî erdhejên ku 6’ê Sibata 2023’yan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku navenda wê Pazarcix û Elbîstanê bû pêk hatin, bi taybetî li konteyneran yan jî li konbajaran tundiya mêr a li ser jinê nehat guhertin. Piştî erdhejê 5 mehan Mor Çati di du demên cuda de xebata qadê kir û raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku pêdiviyên jinan nehatin pêşwazîkirin û ji bo ku ji tundiyê xwe biparêzin mekanîzmayên ku xwe bigihîninê nehatiye avakirin.
Di raporê de li ser esasê çavdêriyeke li deverê jî ev tişt hatin diyarkirin: “Şert û mercên li konbajaran jî ji bo tundiya li ser jinê hîn zehmettir e. Jineke koçber a li konbajar tevî zarokên xwe dimîne, ragihand ku li konê jî tevî biryara dûrxistinê jî rastî tundiyê hevserê xwe tê. Piştî vê êrîşa ku li ser wê pêk hatî, derbarê hevserê wê de biryareke nû ya dûrketinê hate dayîn. Lê hevserê wê li gorî biryarê tev nagere û gefên xwe didomîne. Jina ku alîkariya tercumentiyê jê re nehat dayîn, nekarî xwe bigihîne polîsan, ji ber statuya koçberiyê û temen û hejmara zarokan nebirin cihek ku xwe lê biparêze û hîna jî li konbajar dimîne.”
Li gorî rapora TTB'ê ya di meha Tebaxê de hate weşandin, tevî ku jin nikarin bigihêjin mafên xwe yên tendûristiyê û tenê li Hatayê ji ber tundiyê du hezar doz ji bo vê yekê hatine Gerînendetiya Xizmetên Civakî.
YÊN KU DIGOTIN HEWCE YE 6284 RABE, KETIN MECLÎSÊ
Tevî ku tundîya li ser jinê li malê, li kolanan û herêmên erdhejê dewam dike, nîqaşên li ser qanûna hejmar 6284'an hilbijartinên 14 û 28'ê Gulanê pêk hat. Di dema muzakereyên îtifaqê yên bi AKP'ê re Partiya Yeniden Refahê (YRP) daxwaza rakirina qanûna hejmar 6284'an a Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundîya li ser Jinê kir û bi vî şertî tifaqa xwe pêk anîn. Partiya Huda Par’ê jî (Hizbulkontra) derheqê heman mijarê de ji raya giştî re daxuyanî da û wiha got: “Me beriya niha bi çapemeniyê re parve kiribû ku Peymana Stenbolê malbatan pûç dike û her çend qanûna hejmar 6284’an li ser parastina malbatê ye jî nikare rê li ber tundiyê bigire.’’ Partiya Yeniden Refahê (YRP) ku wê nîqaş li ser qanûna hejmar 6284’an vekir 5 parlamenterên xwe, Partiya Huda Parê jî bi saya Tifaqa Cumhur a bi saya hikumetê re 3 parlamenter şand Meclîsê.
Di hikûmeta ku piştî hilbijartinê hatî avakirin de, Yilmaz Tûnç bû Wezîrê Edaletê. Tûnç li dijî destkeftiyên jinan îşaret bi guhertina Makeqanûnê kir û got: ‘Em ê Qanûna Madenî ji nû ve binivîsînin.’ Wezîr Tûnç bi taybetî mijara nafakayê jî ji nîqaşê re vekir û anî ziman ku di van madeyan de wê hin guhertin werin kirin.