Li Qinê di çerçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de dewreya perwerdehî destpê kir
Di çerçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî li navçeya Qinê dewreya perwerdekirina mêran destpê kir.
Di çerçoveya xebatên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî li navçeya Qinê dewreya perwerdekirina mêran destpê kir.
Di çerçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî, li Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Qinê ya Kobanê dewreya perwerdehiyê ya mêran hat destpêkirin. Di dewreya ku 35 mêr tê de cih digirin, mijarên wek rola jin di civakê de, Jineolojî, zayendîperestî û civaka xwezayî wê bên dayîn.
Tê peyîn ku ev perwerde sê roj dewam bike.