Li Polonyayê bi deh hezaran kes ji bo kurtajê rabûn

Li Polonyayê li dijî biryara ku mafê kurtajê qedexe dike gel rabû ser xwe, bi deh hezaran kes xwe berda kuçe û kolanan.

Li Varşovayê dijî hikûmetê dirûşm hatin berzkirin û alayên bi rengê qozeqerê hatin hildan. Piraniya çalakgeran sembola serhildanê 'birûska sor' hilgirtin.

Ji ber çalakiya dijber a rastgirên radîkal her çendî hinek nîqaş çêbûn jî, ji biryara Destûra Bingehîn û vir ve neh çalakiyên ku pêk hatin bi rengekî bi aştî derbas bûn.

Yek ji damezirandêra tevgera Greva Jinan ku banga çalakiyê kirî Marta Lempart ji nûçegihanan re axivî û got: ''Em hazir in ku heta dawiyê şer bikin.''

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa, ''Da ber bêvila me'', ''Beden a min, çi bikim biryara min e'' hatin vekirin, çalakgera piranî ciwan bûn û dirûşmên dijî hikûmetê berz kirin.

Li gorî Şaredariya Varşovayê bi deh hezaran kes tevlî çalakiya li navenda bajêr bûn, polîsan di du çalakiyan de gelek kes destgîr kirin.

Aktivîstên mafên jinan ku ev organîzasyona van mîtîngan kirin dibe ku rapirsîna wan jî were kirin ji ber ku ji ber sedema hêla vîrûsa koronayê qedexe ye ku ji pênc kesan zêdetir mirov komî ser hev bibin.

Çalakiyên protestoyî li gel bajarên Krakow, Lodz, Katowice an jî Wroclawê li derveyî welêt li Barselona û Viyanayê jî bûn.