Li Meletiyê kuştina jinê, li Çankiriyê mirina bi guman
Li Meletiyê Ayten Nazîn ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hate kuştin. Li Çankiriyê Ayşe Dogan a ku 3 rojan agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wê hate dîtin.
Li Meletiyê Ayten Nazîn ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hate kuştin. Li Çankiriyê Ayşe Dogan a ku 3 rojan agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wê hate dîtin.
Li taxa Îskender a Meletiyê, Abdurrahîm Nazîn bi çekê Ayten Nazîn qetil kir ku pê re zewicî bû. Cenazeyê Ayten Nazîn ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Mêr ê kujer hate binçavkirin.
ÇANKIRI
Li taxa Fatîh a Çankiriyê, Ayşe Dogan a ku 3 rojan agahî jê nedihat wergirtin li mala xwe cenazeyê wê hate dîtin.
Xizmên Ayşe Dogan ên ku nekarîn agahiyê jê werbigirin, rewş ji polîsan re ragihandin. Li ser vê yekê polîsan li mala Dogan cenazeyê wê dîtin.
Cenazeyê Ayşe Dogan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Mêrê ku pê re zewicî bû di nav de 4 kes hatin binçavkirin.