Li Şirnex, Mêrdîn û Wanê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Şirnex, Mêrdîn û Wanê de bal hat kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên ku jinan dikin hedef.

ŞIRNEX

Li Botanê piştî ku starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî hate dayin, jinan dest bi xebatên xwe kirin. Li navçeya Qileban a Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) civîna jinan hat lidar xistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Zîlan Yaman, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku li şuna wê qeyûm hatiye tayînkirin û rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên bajarokê Sêgirkê, Dêrahînê û Hîlalê tev li civînê bûn. Civîna jinan ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Bêrîvan Kûtlû, diyar kir ku 25'ê Mijdarê xwedî wateyeke mezin e û jinên Kurd di her qadên jiyanê de têkoşiyan û got ku bi saya jinên ku ev têkoşîn meşandine hatine cem hev. Bêrîvan Kûtlû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye" û banga têkoşînê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan kir.

MÊRDÎN

Piştî meşa ku li navçeya Dêrikê pêk hat, Hevşaredara Dêrikê Mûlkiye Esmez a ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin daxuyanî da û destnîşan kir ku kujên jinan ji aliyê dewletê ve tên parastin. Mûlkiye Esmez, destnîşan kir ku li dijî êrîşan ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û xweparastinê bi rêxistin bikin.

WAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiya xwe de li Wanê dîwana dengbêjiyê lidar xist. Dayika Aştiyê Zekiye Kaya di çalakiyê de axivî û xwest tundiya li ser jinê bi dawî bibe û bal kişand ser êrîşên li ser Rojava. Zekiye Kaya, da zanîn ku berxwedana jinan di pêşengiya jinên Kurd de didome û got, ew komkujiyên li ser jinan zêde dibin şermezar dikin û got ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Dengbêj Mukaddes û Meryem jî stranên xwe ji bo jinên hatin qetilkirin stirîn.