Komîteya Zindanan a PAJK'ê banga hevgirtinê li jinan kir
Komîteya Zindanan a PAJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî da û bang li jinan hemûyan kir ku li dora pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' kom bibin.
Komîteya Zindanan a PAJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî da û bang li jinan hemûyan kir ku li dora pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' kom bibin.
Komîteya Zindanan a PAJK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di nava Sumeran de qada ku weke çavkaniya tundiyê hate avakirin zîggûrat in. Rahîbên Sumeran bi mîtolojiya afirandî re hîmê tundiyê danîn. Ev mîtolojî destpêkê ji aliyê rahîbên Sumeran ve bi hêza qanihkirina civakê bi hostatiyeke mezin gav bi gav hate avakirin. Ev kiryara avakirinê ya hegemon ne li gorî zanistiyê, lê li gorî baweriyê hate kirin. Li nava civaka neolîtîk, jin ji bo civak li ser piyan bimîne xwedî çandeke xurt a manewî û baweriyê bû. Di vê serdemê de jî mêr ê hegemon hewl dide ku li ser razemeniyên neolîtîk ên jin a Dayikê sîstema xwe ava bike. Di mîtolojiyê de taybetmendiyên ji bo xweda û xwedawendan dihatin destnîşankirin, ji bo diyarkirina statuya civakî ya jin û mêr bûn. Li gorî vê yekê mêr-xweda bi her awayî hatin mezinkirin, jin-xwedawend jî weke fêlbaz, diz, pîrhebok û cinawir hatin nîşandan. Ji bo bandora jinê ya li nava civakê bişikîne, rahîbên Sumeran zanîbûn ku hêza tundiyê bi tenê têr nake, ji ber vê yekê jî êrîş birin ser aqil û çanda jinê. Bi vî rengî hîmê destpêkê yê tundiyê ji aliyê dîrokî ve danîn. Di encama vê yekê de jî mejiyê îdeolojîk ê mêrtiya hegemon li her qada jiyanê hate avakirin. Mejiyê mêr wê serwer ji bo xistina jinê ya ji berxwedêriyê û tevlîkirina li nava sîstema xwe, weke polîtîkayeke bingehîn hate meşandin.
Bi modernîteya kapîtalîst re hîn bêhtir kûr bû, bû sîstem û bi rengê îdeolojîk veguherî qirkirina jinê. Sîstemê ji serî heta neynûkê jin ji bo qezenç û desthilatdariya xwe veguherand amûrekê. Çanda destavêtinê xwedî kûrahiyeke bi vî rengî ya dîrokî ye. Ji ber vê yekê tundî ne tenê ji aliyê fîzîkî û ruhî ve tê kirin. Bi şaristaniyê re û bi modernîteya kapîtalîst re ku asta wê ya dawî ye, veguheriye çandeke jiyanê. Sîstem û mejiyê qirker a mêr ê serwer ku bandor li her qada jiyanê kiriye, li ku dibe bila bibe nêzîkatiya mêr ê hegemon ê li dijî jinê bi heman rengî nîşan dide. Dikare bê gotin ku nêzîkatî û feraseta zayendîperest a civakî ya li nava her qada jiyanê belav bûye, veguheriye mejiyekî welê ku jiyan, nêrîn, gotin, fikir û hestên her mêr û jinê diyar dikin. Sîstema bi serweriya mêr ji bo karibe xwe li ser piyan bihêle, di nava polîtîkayên xwe de jin ên kole diafirîne, di şexsê wan de jî dixwaze hebûna xwe dewam bike.
Ji dîrokê heta vê serdemê li her cih û demê, jin bûn hedefa êrîşa polîtîkayên tundiyê yên sîstema serweriya mêr. Dikare bê gotin ku weke feraseta jiyana her jin û mêr diyar dike, di bin navê modernîteyê de di nava mejiyê civakê de xwe ava dike û vediguhere şêweyekî jiyanê.
POLÎTÎKAYEKE TUNDIYÊ NEMAYE KU FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê NECERIBANDIYE
Bi taybetî faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2014'an de bi navê 'Plana Têkbirinê' ji bo têkbirina endamên tevgera me li zindanan ti rêbazeke tundiyê nema ku li dijî hevalên me yên jin bi kar neanî. Hemû girtîgehên li gorî alfabeya Tirk hatin avakirin veguherîn qadên êşkence û mirinê. Girtîgehên nû hatin avakirin li hemberî hevalên me yên jin bûn qadên her cûre tundiyê. Li Girtîgeha Kandirayê hevala me Garîbe Gezer di encama êşkence û tundiya gardiyanên mêr de şehîd ket. Di dema desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê de bi taybetî li zindanan tundî û zexta li hemberî hevrêyên me yên jin gihîşt asta herî bilind. Li zindanan jinek nîne ku nebûne hedefa tundiya mêr a hegemon. Li zindanan gotinên ku dijmin li hemberî hevrêyên me yên jin bi kar tîne, nîşan didin ku li girtîgehê û derve mêr ê hegemon li her qadê tundiyeke çawa li jinan dike. Li zindanan her cûre êrîşa dijmin a li hemberî hevalên me yên jin, êrîşa li dijî paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêberê me ye.
Faşîzma AKP-MHP'ê çawa ku îro li girtîgehan hevalên me yên jin qetil dike û piştre ji bo sûcê gardiyanên xwe binixumîne dibêje 'xwe kuştiye', di dîrokê de jinên bi navê Patrîa, Mînerve û Marîa Teresa ku weke xwişkên Mîrabel têne askirin, li girtîgehan piştî ku serdana hevjînên xwe kirin ji aliyê hikumeta faşîst ve rastî tecawizê hatin û bi hovane hatin qetilkirin. Ev jin ji bo nixumandina sûcên rêveberiyên faşîst, weke ku di qezaya trafîkê de mirine, hatin nîşandan.
Hikumeta Trûjîllo ya faşîst a wê demê ji bo trajediya xwişkên Mîrabel veşêre û sûcê zilamên xwe binixumîne, îdîa kir ku xwişkên Mîrabel piştî ku ji girtîgehê derketin di rê de bi qezaya trafîkê mirine. Halbûkî xwişkên Mîrabel li girtîgehê weke jinên wêrek ên li ber zilma rejîma faşîst li ber xwe dan, derbasî nava rûpelên dîrokê bûn. Ev bûyer 25'ê Mijdarê li tevahiya cîhanê kir roja piştevanî û têkoşînê ya li dijî tundiya li jinê.
DI BIN NAVÊ CEZA DE AFIRANDINA TIRSÊ ŞÊWEYÊ HERÎ MEZIN Ê TUNDIYÊ YE
Li zindanan kadroyên PKK û PAJK'ê, tevî hevrêyên jin ên welatparêz li qadên faşîzma AKP-MHP'ê li dijî sîstema hegemon berxwedaneke bi rûmet dimeşînin û têdikoşin. Pere yan jî koliyên ku malbatên wan ji hevalên me yên jin re dişînin, ji bo cezayê dîsîplînê li gelek malbatan weke hincet tê nîşandan an jî di bin navê 'alîkariyê' de doz li wan tê vekirin. Ev rewş ji bo hevrêyên jin ên li zindanan berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye. Sîstema faşîst ketiye rewşeke welê ku êdî ji vê berpirsyariya wijdanî û exlaqî ditirse. Di bin navê ceza de tirsandina mirovan şêweyê herî mezin ê tundiyê ye.
JI BO HEMÛ JINAN BANGA ‘HEVGIRTINÊ’ HAT KIRIN
25'ê Mijdarê jinên cîhanê weke roja hevgirtin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê tîne cem hev. Em îro bang li hemû jinan dikin ku ji bo mezinkirina têkoşîn û berxwedana hevrêyên jin ên li girtîgehan rastî tundiya dewletê tên, li dora pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ bibin yek.
Zindan ji dîrokê heta roja me ya îro cihê herî aktîf ên êşkence û tundiyê ne, ku dijmin di her warî de hewl daye vîna şoreşgeran bişkîne û bixe bin kontrola xwe. Hevrêyên me yên jin 24 saetan li dijî zîhniyeta mêrê hegemonîk di nava têkoşîneke zîhnî, hizrî û hestiyar de ne. Şoreşa herî mezin ew e ku di asta hest û ramanê de tê jiyîn e. Têgihiştin û nêzîkatiya zayendperestî ku ji aliyê sîstema qirkirinê ve hatiye diyarkirin, bûye zihniyeteke ku jiyan, nêrîn, gotin, raman û hestên her jin û mêr bi tevahî diyar dike. Ji ber vê sedemê îdeolojiya rizgariya jinê ku her tim bûye hêviya me ya herî mezin a jinê zindî dike, pêşengiya qîrîna dawî ya her hevrêyekî jin a di bin êşkenceyê de di zindanê de hatiye qetilkirin û têkoşîna her jinên berxwedêr dike."