KBDH: Li dijî tundiya mêr-dewletê xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide!

KBDH'ê li dijî tundiya dewlet-mêr banga rêxistinbûn û berxwedanê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dest jê naqerin, serî natewînin, ji hêza xwe, hêza jinan û nasnameya zayendî ya bindest bawer dikin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Sîstema kapîtalîst-emperyalîst a baviksalar xwe dispêre dewletê ku mekanîzmaya tundiyê ya rêxistinbûyî ye û bi vî rengî hebûna xwe dewam dike. Her ku kedxwariya li ser ked û bedenê zêde dibe, zordariya dewletê jî giran dibe. Ev tundî li dijî hemû bindestan e. Çîn, zayend û neteweyên bindest li ber qirkirineke mezin in."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, "Pergala sermayeyê ji bo karibe pergala xwe ya mêtingeriyê biparêze û berfireh bike, dest bi her cûre şerî dike. Li gorî stratejiya parçe bike-birêve bibe, neteweyê dike dijminê neteweyê, zayendê jî dike dijminê zayendê.

Mêtingerî, dagirkerî, talan, komkujî û qirkirinê jî lê zêde dike. Mîna li Nisêbîn, Xeze, Dêrik, Qamişlo, Kobanê hate kirin... bajar hatin hilweşandin. li Xezeyê, li Artsakhê Fîlîstînî û Ermen careke din dibin hedefa êrîşên koçberkirinê.

Çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê hema bibêje qediya. Di nava rastiya cîhana piralî de hevrikiya hegemonya emperyalîst a navbera DYE-Çîn / DYE-Rûsyayê de li gelek qadan veguherî şer. Mêtingerî û şer birçîbûn, xizanî, koçberî û tundiyê li bindestan ferz dike. Mirov têne qetilkirin, zarok têne qetilkirin."

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna rêxistinbûyî ya li bajar, çiya, febrîqe, dibistan û kolanan a li dijî vê mêtingeriya sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr hate kirin û hate gotin, "Hêmana bingehîn a têkoşînê karker, kedkar, gundî û jin ên bindest e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan li Rojava veguherî şoreşa jinê û rê li ber wê yekê vekir ku sedsala 21'ê bibe sedsala şoreşên jinê. Hate gotin, "Li Rojhilat/Îranê bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' tevgera gel û jinê zorê dide bendan. Jin çeperên xwe naterikînin. Li Efganistanê jin li dijî sîstema Talîban a paşverû, olperest û îslamî ya polîtîk, têkoşînê dewam dikin.

Li Latîn Emerîka, Asya, Efrîka, Rojhilat û Rojavayê Ewropayê li dijî polîtîkayên kapîtalîst ên li ser bedena jinê, grev û xwepêşandanan dikin. Li hemberî hewldanên tunekirina Fîlîstînê li her devera cîhanê jinên ji her ol, netewe û temenî ji bo 'Fîlîstîneke Azad a Ji Çem ber bi Deryayê ve' li ser piyan e. Li Tirkiye/Kurdistanê jin û nasnameya zayenda bindest bi grev, berxwedan, meşê li ber tundiya mêr dewletê radibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî tundiya dewleta bi serweriya mêr, tenê bi rêxistinyeke xurt, berxwedaneke yekbûyî, stratejiya şoreşa jinê ya ji bo jiyaneke azadîparêz, wekhev û xurtkirina rêxistiniya xwe dikarin sîstema serweriya mêr hilweşînin

Di dawiya daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî hate kirin: "Em careke din radigihînin: Em dest jê naqerin, serî natewînin, bi hêza xwe, ji hêza nasnameya zayenda bindest bawer dikin."