Jinan sindoq bi ‘NA’yê dagirtin

Jinên ku Dibêjin Na, bi şîara “Yekzilamî ne karê henekan e. 16’ê Nîsanê ne henek e, rastî ye” li Kolana Mîsê çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya Jinên ku Dibêjin Na de, ya bi şîara “Yekzilamî ne karê henekan e. 16’ê Nîsanê ne henek e, rastî ye” li Kolana Mîsê li dar xistin, jinan gotin “Ji dîktatoriya yekzilamî re NA.”

Di çalakiya eleqeyeke zêde hate nîşandan de, jinan berê xwe dan sindoqên li ser standê û sedemên xwe yên ‘Na’yê li ser kaxizên biçûk nivîsandin û avêtin hundirê sindoqê. Jinên ku pifî nepoxên ‘NA’yê kirin û li ber muzîkên Kurdî û Tirkî govend gerandin, dengê wan li Rêya Îstîklalê veda.

‘LI HER DERÊ NA!’

Bûrçak Gorel a ku li ser navê Jinên ku Dibêjin Na daxuyaniyek da, bal bir ser vî tiştî ku em ji malê heta meclîsê, li her qadan ji rêveberiya yekzilamî re dibêjin ‘Na’ û got: “Bi salan di dem, cih, ziman, bajarên cihê de bi hezaran caran ji me re jinan gotin ku ‘li mala xwe rûnê, ev kar ji destê te nayê’ û beramberî vî tiştî me got ‘Na’ û niha jî ji bo ku dahatû û xeyalên me, ne di navbera lêvên kesekî de be, em ji vê pergala seroktiyê re dibêjin ‘Na’.”

Di çalakiyê de jinan yek bi yek mafê axaftinê girtin û qala sedemên xwe yên ‘Na’yê kirin, sindoqên ku jinan bi kaxizên ‘Na’yê ew dagirtibûn hatin vekirin û peyamên jinan hatin xwendin.