HBDH: Berxwedana li dijî serweriya mêr divê bê mezinkirin
HBDH'ê li ser 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, "Li dijî serweriya mêr û faşîzmê li her qadê divê ala berxwedanê bê bilindkirin. Hêzek nîne ku jin nikaribin pê."
HBDH'ê li ser 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got, "Li dijî serweriya mêr û faşîzmê li her qadê divê ala berxwedanê bê bilindkirin. Hêzek nîne ku jin nikaribin pê."
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 25'ê Mijdara 1960'î de li Domînîkê sê şervanên jin ji ber têkoşîna li dijî Dîktatoriya Trûjîllo hatin qetilkirin. Qetilkirina van hersê jinan, yanî qetilkirina Xwişkên Mîrabal ne dawiyek bû, berevajî vê yekê ji bo jinên li cîhanê bûn perspektîfa têkoşînê, bûn banga ji bo serîrakirinê ya dîrokî. Jinên cîhanê jî li hemberî vê bangê bêdeng neman, li her devera ku tundî û zext tê kirin têkoşîn bilind kirin. Îro hîn bi xurtî dibin bersiv. Lêgerîna azadiyê ya jinan bi biryardariyeke mezin dewam dike, rabûna li ber jiyana ku tê ferzkirin mezin dibe."
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li çar aliyên cîhanê li dijî serweriya mêr, kapîtalîzm, faşîzm û emperyalîzmê, jin radihêjin ala serhildanê û li refên herî pêş ên têkoşîna civakî cih digirin û hate gotin, "Li şûna ku jiyaneke koletiyê qebûl bikin ku sîstema bi serweriya mêr ferz dike, xwe il çalakiya azadiyê digirin, tirsên serweriya mêr mezin dikin û li ber xwe didin."
HBDH'ê diyar kir ku çawa doh jin têkoşiyan, îro jî li dijî êrîşan têkoşîneke xurt dimeşînin û got, "Li dijî tundiya bi rêxistin a sîstema serweriya mêr, divê têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo vê jî girîng e rêxistinî bê xurtkirin, şerê şoreşgerî yê yekbûyî bê mezinkirin. Hêza têkoşîna rêxistinbûyî û yekbûyî ne tenê dikare êrîşan têk bibe, di heman demê de dikare sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr jî têk bibe.
Li dijî êrîşên topyekûn em xwe bi rêxistin bikin, bibin yek û têkoşîna şoreşê bi pêş ve bibin, bi berxwedana yekbûyî li dijî serweriya mêr û faşîzmê li her qadê ala berxwedanê bilind bikin. Hêzek nîne ku hêza rêxistinbûyî ya jinan nikaribe pê. Ji xwe zincîra koletiyê ji zûdeyî hatiye şikandin û daxwaza azadiyê geş bûye. Em 25'ê Mijdara îsal, israr û biryardariya têkoşînê ya Xwişkên Mîrabal a li dijî serweriya mêr li qadan, kolanan, febrîqeyan, dibistanan bikin wesîleya mezinkirina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya jinan."