Baroya Rihayê: Di 10 mehan de 545 zarok rastî êrîşa zayendî hatin

Baroya Rihayê ragihand ku li bajêr di 10 mehên dawî de 545 zarok rastî êrîşa zayendî hatine.

Baroya Rihayê tomarên Navenda Pêkanîna Qanûna Daraziya Cezayê (CMK) ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piraniya erkdarkirina parêzeran ji ber sûcên li dijî zarokan hatine kirin, bi taybetî jî êrîşên zayendî yên li dijî zarokan tên kirin.

Daneyên tayînkirina wekîlên mexdûr ên CMK’yê yên di navbera 1ê Çileya 2023 û 31’ê Cotmeha 2023’an de wiha ne:

*Di sûcê êrîşa zayendî ya zarokan de ji bo 545 zarokên mexdûr wekîl hatin tayînkirin.

*Ji van zarokan ji bo 173 zarokên mexdûr ên ji 12 salî biçûktir, 168 zarokên mexdûr ên di navbera 12-15 salî û 204 zarokên di navbera 15-18 salî de wekîl hatin tayînkirin.

*Ji ber sûcê têkiliya zayendî yên ên bi ne reşît re ji bo 412 zarokên mexdûr wekîl hatin tayînkirin.

*Ji van zarokan ji bo 7 zarokên mexdûr ên di navbera 12-15 salî û 412 zarokên mexdûr ên di navbera 15-18 salî de wekîl hatin tayînkirin.