Fermandar Karker Êrîş li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, di Berxwedana Serdemê de 18’ê Adara 2018’an tevlî karwanê şehîdan bû. Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) û gaziya şer Arîn Koçer bi wesîleya 7’emîn salvegera şehadeta fermandar Karker Êrîş ê di heman demê de yek ji gaziyê şer bû, axivî.
‘JI BO PARASTINA AXA XWE DI REFÊN HERÎ PÊŞ DE CIH GIRT’
Arîn Koçer diyar kir di dîroka gelan de di demên herî zehmet û krîtîk de leheng û qehreman derdikevin holê û got, “Ew leheng qedera gelan ji binî ve diguherin. Di dîroka gelê Kurd de jî bi berxwedana Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo de bi sedan qehremanên wê bi sedê salan behsa wan bê kirin derketin holê. Li hember her cure zilm, êrîş û dagirkeriyê ji heval, hevrê û civaka xwe re bûn pêşeng.”
Endama FGBRS’ê Arîn anî ziman ku fermandar Karker bi salan li gelek qadên welêt têkoşîneke muezem pêş xist û wiha axivî, “Di pêvajoya ku li hemberî Şoreşa Rojava êrîşên çeteyan û dewleta Tirk dest pê kirin, berê xwe qada Rojava û ji bo parastina gel û xaka xwe di refên herî pêş de cih girt. Hevrê Karker jixwe beriya Şoreşa Rojava bi salan li vê erdnîgariya pîroz di nav gelek kar û xebatên têkildarî rêxistinkirina gel de cih girtibû û hîmên şoreşê bi gelek hevrêyên xwe re di demên herî zehmet de danîbûn.”
‘YEK JI FERMANDARÊN APOYÎ YÊ DILSOZ BÛ’
Arîn Koçer destnîşan kir ku fermandar Karker Êrîş gaziyekî şer bû û wiha domand, “Heval Karker li gor mesultiya erk û mîsyonên Rêber Apo danîne ser milên gaziyên şer, bêteredut tevgeriya. Hevrê Karker bi navê xwe yê din Karkerê Gazî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê, di refên herê pêş ên Berxwedana Serdemê de cih girt. Fermandar Karker dizanîbû welat û gel tenê bi berxwedan û têkoşînê dikarin bigihîjin mafên xwe û bi gelên cîran re li ser esasekî wekhev bijîn. Heval Karker ji warê welatparêziyê Mêrdînê bû. Sînorên dagirkeran xêz kiribûn di hiş û ruhê xwe de ji holê rakiribû. Heval Karker yek ji fermandarên Apoyî yê dilsoz, wêrek, mînak, gotin û pratîka wî yek bû.”
Gaziya Şer Arîn Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Fermandar Karker 18’ê Adara 2018’an li Efrîna warê lehengiyê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû. Weke gaziyên şer em fermandar û hevrêyê xwe Karker Êrîş di 7’emîn salvegera şehadeta wî de bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê timî rêya şehîdên me rohnî kirine de bimeşin. Em soz didin gelên xwe û tevahî hevrêyên xwe heya dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em ê hêvî û armancên şehîdên xwe bi welatekî azad û wekhev tacîdar bikin.”