Salih Gedo: Rojeva esas azadiya Rêberê Abdullah Ocalan e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê bibe rojeva esas.

ÎNÎSIYATÎFA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” destpê kiribû, serdana partiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

Îro jî berdevkê Însiyatîfê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê Gulistan Hîbo û Ebdilîllah Cemîl serdana Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir.

Însiyatîfê bi sekreterê partiyê Salih Gedo û Umran Seyîd re hevîdtin pêk anî.

Ferzende Munzur bal kişand ser binpêkirinên li Îmraliyê pêk tên û li dijî wê xebatên di çarçoveya pêngava navneteweyî de tên meşandin û got: “Doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke azadiyê û Kurdistanî ye, aliyê wê yê cîhanî û siyasî heye.”

Salih Gedo jî ku gelek caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, anî ziman ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne dozeke partiyekê yan jî aliyekî ye û got: “Ev dozeke mirovî ye. Divê mijara azadiya Rêber Apo rojeva sereke ya partiyên siyasî û gelê Kurd be. Wek partî em jî amade ne ku ji bo vê mijarê têkoşîna xwe xurttir bikin. Ez wek şexs têkiliyeke min a taybet bi Rêber Apo re hebû. Di salên 1981 û 1998’an de min ew dît. Herî dawî di Tîrmeha 1998’an de beriya ji Sûriyeyê derkeve û li Romayê min Rêber Apo dît. Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hemû têkiliyên xwe têxin xizmetê ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Ev mijareke navneteweyî ye. Divê em jî di vê mijarê de li herî pêş bin.”

Serdanên endamên însiyatîfê dê sibe jî dewam bikin.