Rêveberiya Xweser: Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji bo rizgarkirina Efrînê ya ku 6 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, ew ê hemû derfetên xwe seferber bikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de hate gotin: "6 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Piştî têkoşîn û berxwedaneke efsanewî ya gelê me yê li Efrînê ya li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya 58 rojan, Efrîn di encama komplo û bazarên di navbera hêz û aliyan de hat dagirkirin. Di encama dagirkirinê de bermahiyên DAIŞ, El Nusra û komên din ên tundraw li Efrînê bi cih bûn."

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi rewşa heyî ya li Efrînê hate kirin û wiha hate gotin: "Li Efrînê rewşeke trajedîk heye, sedema vê yekê jî komên çete ne ku bi fermanên Tirkiyeyê tevahî kiryarên li dijî nirx, exlaq û pîvanên navneteweyî û hiqûqî pêk tînin. Di heman demê de demografiya herêmê tê guhertin, qetilkirin û revandin tên kirin, mafên jinan tên binpêkirin, destdirêjê û hemû cureyên îşkenceyê li wan têne kirin. Her wiha nîşaneyên dîrokî û xwezayî tên rûxandin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binpêkirina yekitiya Sûriyeyê û xaka wê ye û têkbirina hewldanên pêkanîna ewlehiyê li Sûriyeyê ye. Her wiha dagirkirina Efrînê wekî dagirkirina tevahî erdîngariya Sûriyeyê hat nirxandin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Efrînê, YPJ û YPG’ê hat bibîrxistin û hate gotin: "Xeta şehîd û lehengên Efrînê dê rêya me ya  ber bi serketin û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkeriyê ve be. Em bi xurtî têkoşîn û berxwedana gelê me yê li kampên Şehbayê di qonaxa duyemîn a berxwedanê de û girêdana wan a bi xeta vegerê ve silav dikin."

Di daxuyaniyê de teqezî li ser van xalan hat kirin:

“1- Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî vebijêrka me ya stratejîk e. Ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera birûmet a xelkê me yê koçber li ser xaka xwe, em ê tevahî îmkanên xwe serferber bikin.

2- Bêyî rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî çareserî û ewlehî li Sûriyeyê tune ne. Em bang li hêzên nîştimanî dikin ku di rizgarkirina Efrîn û derxistina Tirkiyeyê ji wir de destekê bidin têkoşîna hêzên me.

3- Ya ku li Efrînê rû dide binpêkirina tevahî nirxan e. Em bang li komîteyên navneteweyî dikin ku rastiyên li Efrînê lêkolîn bikin, binpêkirinan belge bikin, di nav de rayedarên Tirk û sûcdaran sewqî edaletê bikin. Ji ber ku sûcên li wir têne kirin bi fermanên dewleta Tirk tên kirin. Divê rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin.

4- Em ji raya giştî ya Sûriyeyê re diyar dikin ku hebûna dagirkeriya Tirk, kiryar û bandorên wê, sînorê Efrînê derbas dikin.

5- Em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên sûriyeyî dikin ku yekitiya xwe ava bikin, ji bo rizgarkirina Efrînê tevahî îmkanên xwe bixin seferberiyê, piştgiriyê bidin berxwedana gelê me. Rizgarkirina Efrînê û herêmên dagirkirî rizgarkirina tevahî Sûriyeyê ji siyasetên parçekirin, derxistina nakokî û fitneyan e.”