Prof. Miley: CPT neçar e ku agahiyê bide

Ji berdevkên kampanya Peace in Kurdistan Prof. Jeff Miley got, divê CPT tavilê bikeve nava liv û tevgerê û beriya her tiştî têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan agahiyê bide.

BANGA LI CPT

Bi pêşengiya Britanya Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa Aştiyê ji bo Kurdistanê) parlamenter, sendîkavan û akademîsyen jî di nav de gelek  kesayetan nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şandin û jê xwestin, bi lez heyetekê bişîne Îmraliyê. Yek ji xwediyên nameyê Prof Jeff Miley bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe.

Tevî endamên Peace in Kurdistan Prof. Noam Chomsky, Jeremy Corbyn, Prof. Michael Gunter, Prof. Bill Bowring û Prof. Mary Davis jî mohra xwe danîn binê nameyê. Name ji Serokê CPT Alan Mitchell re bi sernavê 'Bangeke lezgîn ku divê tavilê bi cih bê anîn' hate şandin. Di nameyê de hate ragihandin ku sê sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Di nameyê de hate gotin, "Li gel rewşa fîzîkî ya Ocalan niha nayê piştrastkirin bê li ku ye. Em ji we rica dikin ku bi lez tevbigerin. Tenê bi vî rengî dawî li tirs û fikarên me dikare bêne anîn. Hûn xwedî wî mafî ne ku serdana hemû girtîgehên dewletên aliyê peymanê bikin û Tirkiye jî di nava vê de ye. Yekane daxwaza me ji we ew e ku ji bo dîtina Birêz Ocalan û kontrolkirina tenduristiya wî heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û bi vî rengî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Li gel vê yekê eger hûn Tirkiyeyê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên li Konseya Ewropayê û CPT tevbigere, bihêle ku malbat û parêzer serdanê bike, em ê gelekî kêfxweş bibin. Ev yek wê ji bo nirxandina mijara mafên mirovan a bi lezgîn ku bi milyonan Kurdan eleqedar dike wê bibe alîkar û di heman demê de ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane ya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê wê ruhê lihevkirinê jî nû bike ku bi lez pêwîstî pê heye."

Ji berdevkên kampanya Peace in Kuridstan ji Zanîngeha Cambridgeyê Prof. Jeff Miley têkildarî mijarê ji Erem Kansoy ê ji Medya Haberê re axivî.

'EM BANG LI CPT DIKIN KU TAVILÊ BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ Û ERKA XWE BI CIH BÎNE'

Miley anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî roleke gelekî girîng e û got, "Bi taybetî ji bo destpêkirina pêvajoyeke aştiyê ya gengaz û dewamkirina wê, Ocalan gelekî girîng e. Em jî weke kampanya aştiyê ya ji bo Kurdidstanê bang li CPT dikin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê û erka xwe bi cih bîne. Bi taybetî divê li ser jiyana Ocalan me agahdar bike. Em dixwazin dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn ku ev yek dibe sedema krîmînalîzekirina gelê Kurd û kiryareke hovane û li dijî mirovahiyê ye."