Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin

Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin û gerîlayê HPG’ê Argeş Kobanê û Garzan Tolhildan hatin bibîranîn

MERASÎMA VEŞARTINA ŞEHÎDAN

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, gelê kantona Firatê cenazeyê şervanê Hêzên Antî Terorê Çeko Xidirbejî (Mehmed Ehmed) ku di 16’ê Nîsana 2024’an li Şedadê de şehîd bû û şehîd Ciwan (Cinêd) di 17’ê Nîsana 2024’an li Tebqayê de şehîd bû, veşartin. Her du şehîd li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê hatin veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Argeş Kobanê (Xalid Muslim) ku di 16’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû û gerîlayê HPG’ê Garzan Tohildan (Garzan Şêx) ku 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bûbû hatin bibîranîn.

Di merasîmê de Rêveberiya Kongira Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir axivî û wiha got: "Berdêl çi dibe bila bibe em ê rêya şehîdan bişopînin. Gerîla di nava mercên herî zor û zehmet de berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Li hemberî wê berxwedanê jî dewleta Tirk têk diçe. Ev berxwedan hişt ku dewleta Tirk xwe li her derê vekişîne û asê bimîne. Ew jî bo me serkeftin e. Gelê me yê Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî ji bo avakirian jiyaneke azad berxwedaneke bêhempa didin meşandin, li hemberî wê dagirerkeriyê jî têdikoşin. Teqez em ê bi vê berxwedanê bighîjin serkeftinê."

Dayika şehîd Argêş Ferîde Mistefa Îbo jî sersaxî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê û wiha got: "Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin."

Li ser navê malbata şehîd Argêş Dicle Îbo jî axivî û got: "Ev ne şehîdê yekem û ne yê dawiyê. Berdêla vê dozê çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin. Em weke gel ji bo parastian xeta şehîdan di nava têkoşînê de bin. Va ye bi rojane em şehîdên xwe oxir dikin. Em weke gel heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Piştre dayika şehîd Garzan Tolhildan Eyşe Şêx axivî û got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û serkeftinê misoger bikin."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şehîd bi dirûşma û tilîliyan hatin veşartin.