Wezîrê Karên Hundir a Tirkiyê: 72 kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, ragihand ku di rojên dawî de di serdegirtinên malan de 72 kes hatine binçavkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya têkildarî kesên di rojên dawî de di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin daxuyanî da. Yerlîkaya, li ser hesaba xwe ya X’ê ragihand ku di serdegirtinên malan ên li 10 bajaran de 72 kes hatine binçavkirin.

Hat zanîn ku kesên li Mêrdîn, Antalya, Xarpêt, Semsûr, Amed, Eskîşehîr, Stenbol, Balikesîr, Colemêrg û Rihayê hatin binçavkirin bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin.

Gelek kesên hatin binçavkirin duh piştî îfadeyan hatibûn berdan.