Seyîd Evran rojnamevanekî milîtan bû

Rohat Amed qala rojnamevanê şoreşger Seyîd Evran kir û got, "Bi kedê xwe afirand, tecrûbeyên xwe bi hevalên xwe re parve kir, hevrêyekî derwêşane, şoreşger û pêşeng bû."

Rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22'ê îlonê li nexweşxaneyeke li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû. Rojnamevan Rohat Amed qala hevalê xwe yê 18 salan Seyîd Evran kir.

Rohat Amed anî ziman ku di sala 2005'an de Seyîd Evran nas kir û bal kişand ser tecrûbeya wî ya li qada çapemeniyê. Rohat Amed got, "Hevalê Seyîd yek ji wan hevalên herî kevn bû ku karê çapemeniyê dimeşand. Hevdîtina me ya din di sala 2006'an de pêk hat ku hingî derbasî nava karên çapemeniyê bûm. Ez hîn nû tevlî karên çapemeniyê bûbûm. Lê belê wî di salên 1990'î de karê çapemeniyê kiribû. Me ji hevalan dibihîst ku tevî hevala Gûrbetellî li heman dibistanê xwendibû, piştre bi hev re karê rojnamevaniyê kiribû. Di vî karî de xwedî tecrûbe û daneheviyeke girîng bû. Her wiha yek ji şagirtên destpêkê yên Akademiya Çapemeniyê ya Gûrbetellî Ersoz bû ku rêxistiniya YRD'ê ava kir. Di konferansa destpêkê de hebû. Piştre jî bi pênûs û kameraya xwe bûbû zimanê çiya û çiyayiyan.

Di perwerdekirin û tevlîkirina hevalên nû yên çapemeniyê de di asta herî bilind de berpirsyariyên xwe bi cih dianî. Herhal ji wê demê û vir ve di nava karê çapemeniyê de ti heval nîne ku ji hevalê Seyîd perwerde wernegirtibe, sûd ji tecrûbe û daneheviyên wê wernegirtibe. Bi rastî jî mirovekî comert bû, hîndekarekî baş bû. Ya ku pê zanîbû parve dikir û ji bo kar hîn bi xurtî bê meşandin çi ji destê wî dihat dikir. Mîna ku gelek hevalan jî gotin, ji min re jî hem ji aliyê pîşeyî hem jî ji aliyê jiyanî ve di gelek mijaran de mamostetî kir."

'JIYANA XWE BI KEDA XWE AFIRAND'

Rohat Amed destnîşan kir ku jiyana gerîla bi kedê tê afirandin, jiyana Seyîd Evran jî bi vî rengî bû û got, "Hevalê Seyîd bi rastî jî gelekî fedakar bû. Xizmet weke serbilindî didît, weke nirxê herî mezin ê mirovahiyê didît. Ne tenê ji aliyê fikrî û teorîk ve ji aliyê her qada jiyanê ve jî bi vî rengî bû. Weke ku tê zanîn di jiyana gerîla de her tişt bi kedê tê afirandin. Hevalê Seyîd jî ji dayina kedê xwe ti carî neda alî, kedê her tim ew kêfxweş dikir. Dema ku hîs dikir ku xizmet ji partiyê, hevrêyên xwe û gelê xwe re kiriye, kêfa wî dihat. Tevlî her qada jiyanê dibû. Carna te didît xwarin çêdikir, carna nan lê dixist, carna ji bo amadekirina bicihbûnê radihişt bê û bivir. Carna ji bo agahdarkirina civakê çenteyê kamera wî li pişta wî bû, li pey nûçeyê bû. Bi rastî jî her tim di her karî de li pêş bû. Dema ku tê pirsîn bê çima her kes hurmetê nîşanî hevalê Seyîd dide û jê hez dike, bersiv ew e ku fedakar bû û dixwest alîkariyê bide her kesî. Yanî hevalê Seyîd bi kedê têkilî bi mirovan re datanî û bawerî jî bi vî rengî xurt dikir."

'JI HÎMÊN BINGEHÎN ÊN ÇAPEMENIYA DEMOKRATÎK Û AZAD BÛ'

Rohat Amed diyar kir ku Seyîd Evran tevlî karê perwerde û birêxistinkirina çapemeniya azad û demokratîk bû û got, "Mîna hevalên Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş û Gûrbetellî Ersoz ku hîmên çapemeniya azad û demokratîk danîn, hevalên Halîl Dag, Selçûk Şahan, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan jî ev hîm xurt kirin. Hevalê Seyîd jî mîna wan bû. Heta sala 1995'an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rengekî çalak tevlî karê çapemeniyê bû. Di sala 2001'ê de bi avabûna Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) re bû yek ji şagirt û mamosteyên Akademiya Çapemeniyê ya Gûrbetellî Ersoz. Li çar parçeyên Kurdistanê û Kafkasyayê di rêxistinkirina karên çapemeniyê de bi rola xwe rabû bû. Tevî van hemûyan li çiyê jî timî kar dikir. Bi taybetî li Başûr û Rojava di karê ajansê, rêxistiniya akademiyan û pêşvebirina wan de bi berpirsyariyên girîng rabû. Bi sedan ciwan ji bo meşandina karên çapemeniyê amade kir. Herî dawî karê ANF'ê dikir. Li gel gerîlabûyînê her wiha weke şîrovekar tevlî qenalên televîzyonê yên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Tirkî bû, piştgirî da radyoyan. Ji rojname û ajansan re nûçe û dosya amade kir. Bi kurtasî di jiyana xwe de têkoşîna rojnamevantiya milîtan dimeşand."

Rohat Amed destnîşan kir ku Seyîd Evran nirxên PKK'ê gelekî diparast û got, "Di jiyan û gotinên xwe de ev rastî nîşan dida. Piştî şehadeta wî min derfet dît ku wêneyên wî lêkolîn bikim. Bi rastî jî jiyaneke xwe ya mîna derwêşan hebû."

Rohat Amed diyar kir ku li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên Seyîd Evran jî rojekê jî nesekinî û dixebitî.

Rohat Amed ragihand ku Seyîd Evran mirovekî cuda bû, bi kedê xwe diafirand, nirxek bû û got, "Ji bo civakê, ji bo gerîla, ji bo çapemeniyê bi vî rengî bû. Gotinên wî nîşaneya rastiyên di dilê mirovan de bû. Ya ku dibe para me ew e ku dilsozê bîranîna yên mîna wî bin, pênûs û kameraya wî rakin, kevneşopiya wî dewam bikin û armancên wî pêk bînin."