ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlamenterê Wanê yê HEDEP'ê Sînan Çîftyurek got, ji ber HEDEP li ser zemîna demokratîk meseleya Kurd û Kurdistanê tîne ziman, hin hêz gefê li wan dixwin.

- Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, bi koma ji Hollandayê dewam dike.

- Parêzer Artûro Salernî bal kişand ser mafê penaberiyê yê ku dadgeheke Îtalyayê da Abdullah Ocalan û ji Îtalyayê xwest ku bi berpirsyariya vê biryara xwe rabe.

- Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Piling Meletî berxwedana girtiyên PKK û PAJK'ê yên di greva birçîbûnê de ne silav kir û got, "Ji bo PKK girîngiya cih nîne, PKK li ku be, li wir berxwedan heye."

- Komek ji rojnamevanên ji Wanê li hev kom bû û mohra xwe danî binê projeya bi navê 'Çîrokên Serhedê'. Karê ku destpêkê bi dîmenan hate kirin, veguherî pirtûkê.