Parêzer û malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

SERLÊDANA HEVDÎTINÊ

37 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman rengî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi temamî peywendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi cîhana derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayê dayîn. Carinan piştî bi heman ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disiplînê heye.

Li gorî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê;

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên bi parêzeran re pêk anî; ji van hevdîtinan a herî dawî jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat.

-Ji sala 2014’an ve jî tenê 5 hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî.

-Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû, di 3’yê Adara 2020’an de bi birayê xwe re pêk anî.

-Ji roja destpêkê heta niha tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk anî.

-25’ê Adara 2021’an jî hevdîtina bi telefonê ya herî dawî, di nava demeke pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê wergirtin.