Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 64'an de ye

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê di roja 64’an de didome.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 64’an de berdewam kir.

Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û parêzerên Hiqûqê ya Civakî çûn serdana  Emîne Şenyaşarê.

Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar axivî. Şenyaşarê anî ziman ku ew ê sibê ji bo bikaranîna denga ya ji bo hilbijartina 31’ê Adarê biçe Pirsûsê û roja duşemê çalakiya xwe ji nûve bidomîne. Şenyaşarê diyar kir ku heta kurê wê neyê berdan wê çalakiyê bidomîne.

Emîne Şenyaşarê li ber wezaretê fitariya xwe kir û paşê ji ber wezaretê veqetiya.