Milîsên HBDH'ê li Kocaeliyê agir berdan wesayitekê

Milîsên Axîn Gabar ên HBDH'ê ragihandin ku Başîskele ya Kocaeliyê wesayiteke 'Kesekî faşîst' şewitandine.

ÇALAKIYÊN MILÎSAN

Milîsên Axîn Gabar ên HBDH'ê daxuyaniyek weşandin û gotin, "Weke bersiva li operasyonên leşkerî yên berfireh ên artêşa dagirker a li Bakurê Kurdistanê li dijî gerîla da destpêkirin, di şeva 19'ê Hezîranê de li Başîskele ya Kocaeliyê wesayitek kesekî faşîst hate şewitandin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wesayit bi temamî şewitî.