Li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê cezayê girtîgehê hate birîn

Rûniştina biryarê ya doza ku têkildarî 6 rojnameger û belavkerekî rojnameyan ên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê dihat dîtîn, hate temamkirin.

Rûniştina biryarê li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin û rojnameger bi hincetên weke; ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’, ‘sewqkirina kîn û nefretê’ û ‘pesinandina sûc û sûcdaran’ hatin sûcdarkirin. 

Dadgehê beraat da rojnameger Mizgîn Fendîkê û  dosyaya Pinar Tarlakê jî cuda girt.

Di rûniştinê de weke parêzeran Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn. Dadgehê bi hinceta ‘alikariya rêxistinê’ 3 sal û 9 meh li Mehmet Alî Çelebî û li Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urunê 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê birî. 

Her wiha qexeyeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.